Fîlmê Wes Andersonî yê “Asteroid City” wê di havîna 2023yê de bikeve vîzyonê

Derhêner û senarîstê navdar ê sînemayê Wes Anderson ragihand ku fîlmê wî yê nû “Asteroid City” wê di havîna sala 2023yê de bikeve vîzyonê ku tê de lîstikvanên wekî Tom Hanks, Margot Robbie, Scarlett Johansson, Tilda Swinton lîstine û senaryoya fîlmê Anderson û Roman Coppola bi hev re nivîsîne. Wes Anderson di derbarê fîlmê xwe de got, “Ramaneke helbestkî li ser wateya jiyanê.”

“Asteroid City” bi çêkerîya Steven Rales û Jeremy Dawsondî ve hatiye kişandin, di salên 1950an de li bajarokekî sehra yê Amerîkayê derbas dibe û çîroka xwendekarên ku ji bo civîneke zanistî kombûne nîşan dide. Wes Anderson bi fîlmên xwe yên wekî “Moonrise Kingdom”, “The Grand Budapest Hotel”, “Isle of Dogs” û “The French Dispatch” ve tê naskirin.

Tom Hanks, Margot Robbie, Jason Schwartzman, Scarlett Johansson, Jeffrey Wright, Tilda Swinton, Bryan Cranston, Ed Norton, Adrien Brody, Liev Schreiber, Hope Davis gibi tanıdık yüzlerin bir karışımını içeriyor. Stephen Park, Rupert Friend, Maya Hawke, Steve Carell, Matt Dillon, Hong Chau, Willem Dafoe, Tony Revolori, Jake Ryan, Grace Edwards, Aristou Meehan, Sophia Lillis, Ethan Lee, Jeff Goldblum û Rita Wilson di fîlmê “Asteroid City” de cih girtine.

Hate ragihandin ku fîlm dê di dîroka 16ê Pûşbera sala 2023yê de li salonên sînemayê yên sînordar û di 23yê Pûşbera 2023yê de jî li seranserê cîhanê derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir