Fîlmê “Wonka” di hefteya dawî ya 2023yê de li gîşeya Amerîkayê ji nû ve bû yekemîn
Fîlmê derhêner Paul Kingî yê “Wonka” di 15ê Berfanbarê de ket vîzyonê ku li gorî daneyên dawî yên Box Officeê ya DYAyê di hefteya dawî ya 2023yê de bi 23 mîlyon dolarî li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn, li DYAyê bi tevahî 140 mîlyon dolar qezenc kir û li seranserê cîhanê jî nêzî 385 mîlyon dolarî bû. “Wonka” bi cureya muzîkî hatiye kêşandin û senaryoya fîlmê Paul King û Simon Farnaby bi hev re nivîsandine. Hefteya borî “Aquaman and the Lost Kingdom” li gîşeya Amerîkayê bûbû yekemîn.
Di dawîya hefteyê de fîlmê “Aquaman and the Lost Kingdom” bi 18 mîlyon dolarî bû duyemîn û “Migration” bi 17 mîlyon dolarî li gîşeya DYAyê bû sêyemîn. Fîlmê “The Color Purple” bi 12 mîlyon dolarî di rêzeya çaremîn de û “Anyone But You” bi 8.8 mîlyon dolarî di rêza pêncemin de cihên xwe girtin.*
Pirtûka zarokan a popûler ya wêjekarê navdar Ronald Dahlî ya “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” ji nû ve bû mijara fîlmekî sînemayê. Fîlmê derhêner Paul Kingî yê bi navê “Wonka” li ser çîroka yek ji lehengên pirtûkê yê Willy Wonkayî disekine. Mijara “Wonka”yê nêzîkî 25 sal berîya bûyerên romanê derbas dibe û ciwantîya Wlily Wonkayî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê, qala hevnasîna Wonka û Oompa-Loompauyan dike. Lîstikvanên wekî Timothée Chamalet (Willy Wonka), Olivia Colman, Hugh Grant, Rowan Atkinson, Sally Hawkins, Paterson Joseph di fîlmê de lîstine.
Romana nivîskarê navdar Roald Dahlî ya “Charlie and the Chocolate Factory” cara yekem di sala 1964ê de hate weşandin û heta niha bi dehan zimanan hate wergerandin. Berhem, ji alîyê wergêr û nivîskarê kurd Aydin Rengîn ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di meha Pûşbera vê salê de bi navê “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” ji Weşanên Lîsê derket li pêşberî xwîneran. Romana navdar, bi navên “Willy Wonka & the Chocolate Factory” (der: Mel Stuart, 1971) û “Charlie and the Chocolate Factory” (der: Tim Burton, 2005) weke fîlmên sînemayê derket li pêşberî sînemahezan. Lîstikvanê navdar ê sînemayê Johnny Depp di fîlmê “Charlie and the Chocolate Factory”ê de bi rola Wonka re cî girtibû.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com