Fîlmê Yasujirô Ozu yê “Tokyo Monogatarî” jî êdî bi Kurmancî ye

Nivîskar û wergêrê kurd Brahîm Ronîzêr, fîlmekî din ê derhênerê navdar ê Japonyayî Yasujirô Ozu yê “Tokyo Monogatarî” (Çîroka Tokyo/Tokyo Story, 1953) ji bo Kurdîya Kurmancî wergerand û li ser kanala Youtubeê weke jêrnivîs/binnivîs parve kir.

Fîlmê “Çîroka Tokyo” çîroka jin û mêrekî tîne li ber perdeya hunera sînemayê ku diçin serdana kur û keçên xwe yên li Tokyoyê dijîn. Senaryoya fîlmê Yasujirô Ozu û Kôgo Noda bi hev re nivîsandine û tê de lîstikvanên wekî; Chishû Ryû, Chieko Higashiyama, Sô Yamamura, Setsuko Hara lîstine. “Çîroka Tokyo” wekî gelek fîlmên derhêner Yasujirô Ozu ji bo dîroka sînemayê fîlmekî girîng e.

Brahîm Ronîzer, du fîlmên derhênerê navdar ê Japonyayê Yasujirô Ozu yên “Banshun” (Bihara Derengmayî/Late Spring, 1949) û “Ohayo” (Rojbaş/Good Morning, 1959) jî ji bo Kurmancî wergerandine.

Nivîskar û wergêr Brahîm Ronîzêr heta niha; fîlmên Krzysztof Kieślowskî yên “Sê Reng: Şîn” (1993) û “Sê Reng: Spî” (1994), fîlmên Ingmar Bergmanî yên“Tystnaden” (The Silence, 1963) û “Passion of Anna” (1969), fîlmê derhênerê Akira Kurosawa yê “Shizukanaru Kettō” (The Quiet Duel, 1949), fîlmê derhênerê Roberto Rossellînî yê “Roma Bajarê Vekirî” (1945), , fîlmê Mîchelangelo Antonîonîyî yê “The Passenger” (1975), fîlmê François Truffautî yê “Jules et Jim” (1962), fîlmê Bernardo Bertoluccî yê “La commare secca” (The Grim Reaper, 1962) jî tê de ne, gelek fîlmên sînemayê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine û li ser kanala Awirfilmê ya youtubeê weşandine. Di sala 2014ê de pirtûka wî ya bi navê “Korerê” (Weşanên Lîs) hatibû weşandin ku ji 19 çîrokên bi Kurdî pêk tê. Brahîm Ronîzêr, romanên; “Tîtirwask” (Yaşar Kemal, Weşanên Lîs), “Demsalek Li Hekarîyê” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes), “Di Keştîyekê De” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes) ji bo Kurdîya Kurmancî wergerand, helbestên gelek helbestvanan werdigerîne û hin çîrokên wî ji bo Tirkî hatin wergerandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir