Fîlmê “Zer” li Barselonayê xelat girt

Fîlmê “Zer” yê derhênerê kurd Kazim Ozî, li 13’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Zeryaya Spî û Levantê li Barselonayê xelata Fîlmê Herî Serketî ya Temaşevanan girt.

Festîvala Fîlman a Zeryaya Spî û Levantê di navbera dîrokên 7-17’ê meha Mijdarê de li Barselonaya Îspanyayê hate li darxistin. Di festîvalê de îsal, fîlmê “Zer” (2016) yê Kazim Ozî û fîlmê “For Sama” xelata Fîlmê Herî Serketî ya Temaşevanan girtin. “Zer” heta niha di bernameyên gelek festîvalên fîlman de hate nîşandan û 13 xelat wergirtin. Kazim Oz digel fîlmê xwe yê Zer re li festîvalên fîlman bi giştî 43 xelat girtin.

Di şeva merasîmê de bi beşdarîya derhêner Kazim Oz re hevpeyvîn hate li darxistin.

Derhêner Kazim Oz ji bo fîlmê xwe yê nû “Bir Kar Tanesinin Ölümü” dest bi amadehîyan kiriye û fîlm dê qala jiyan û evîna jineke bike û lêgerîn û rêwîtiya wê nîşan bide. Derhêner bi fîlm û belgefîlmên xwe yên wekî; “Güneşe Yolculuk” (Alîkarê Derhênerê, 1999), “Fotograf” (2001), “Dûr” (2004), “Bahoz” (2008),
“Demsala Dawî: Sewaxan” (2009), “Hebû Tune Bû” (2013) “Çinara Spî” (2014), “Zer” (2016) ve tê naskirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: