Fîlmê “Zer” li Barselonayê xelat wergirt

Fîlmê “Zer” yê derhênerê kurd Kazim Oz, li 13’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Zeryaya Spî û Levantê li Barselonayê xelata Fîlmê Herî Serketî yên Temaşevan wergirt.

Festîvala Fîlman a Zeryaya Spî û Levantê di navbera dîrokên 7-17’ê meha Mijdarê de li Barselonaya Îspanyayê hate li darxistin. Di festîvalê de îsal, Fîlmê “Zer” (2016) yê Kazim Oz û fîlmê “For Sama” xelata Fîlmê Herî Serketî yên Temaşevan wergirtin. Fîlm heta niha di bernameyên gelek festîvalên fîlman de hate nîşandan û 13 xelat wergirtin. Kazim Oz digel fîlmê xwe ya Zer re li festîvalên fîlman bi giştî 43 xelat wergirtin.

Di şeva merasîmê de bi beşdarî derhêner Kazim Oz hevpeyvîn hate li darxistin.

Derhêner Kazim Oz amadehiyên bo fîlmê xwe ya nû “Bir Kar Tanesinin Ölümü” didomîne û fîlmê qala jiyan û evîna jineke dike û lêgerîn û rêwîtiya wê nîşan dide. Derhêner bi fîlm û belgefîlmên xwe yên wekî; “Güneşe Yolculuk” (Alîkarê Derhênerê, 1999), “Fotograf” (2001), “Dûr” (2004), “Bahoz” (2008),
“Demsala Dawî: Sewaxan” (2009), “Hebû Tune Bû” (2013) “Çinara Spî” (2014), “Zer” (2016).

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: