Fîlmê “Zer” li platforma Youtubeê li ser weşanê ye
Fîlmê derhêner û senarîstê navdar ê kurd Kazim Ozî yê “Zer” li ser platforma Youtubeê hate weşandin. “Zer” li 13emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Zeryaya Spî û Levantê li Barselonayê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî ya Temaşevanan’ girtibû û Festîvala Fîlman a Stenbolê jî têde li gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî derketibû li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Derhêner Kazim Oz çend sal berê jî fîlmê “Zer” li ser hesabê xwe yê Vimeoyê weşandibû ku niha fîlmê “Zer” li kanala wî ya Youtubeê li ser weşanê ye. Piştî nîşandana fîlmê temaşevan dikarin pirsan ji Kazim Ozî bikin.
Derhêner Kazim Oz bi fîlm û belgefîlmên xwe yên wekî; “Güneşe Yolculuk” (Alîkarê derhênerê, 1999), “Fotograf” (2001), “Dûr” (2004), “Bahoz” (2008), “Demsala Dawî: Sewaxan” (2009), “Hebû Tune Bû” (2013) “Çinara Spî” (2014), “Zer” (2016) ve tê naskirin. Herî dawî fîlmên Ozî yên “Bir Kar Tanesinin Ölümü” (Temenê Heba Berfê, 2022) û “Elif Ana” (Dayîka Elîf, 2022) ketin vîzyonê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com