Fîlmekî li ser dahatûya dîstopîk: “Vesper”

Fîlmê “Vesper” di dahatûyeke dîstopîk de derbas dibe û piştî hilweşîna ekosîstema cîhanê nîşan dide. Di vê cîhana dîstopîkê de, keçeke bi navê Vesper û bavê wê Darius ji bo jiyana xwe bidomînin dikevin têkoşîneke dijwar.
Fîlmê “Vesper” bi cureya pevxistina zanistî ji aliyê Kristina Buozyte û Bruno Samper hate kişandin û ji fîlmê fragmana yekem weşandine. Kristina Buozyte û Bruno Samper, di sala 2012ê de bi fîlmê “Vanishing Waves” re di beşa Fîlmê Fantastîk ê Herî Serketî yê Ewropayê de Xelata Meliesê û li Fantastic Festê jî bi tevahî çar xelat girtibûn.

Fîlm, bi dirûşmê “Tovek dikare her tiştî biguhere” derketiye rê û hate ragihandin ku dê dîroka 30ê meha Îlonê de li sînemayan bikeve vîzyonê. Ji “Vesper”ê fragman hatibû weşandin.

Lîstikvanên wekî; Eddie Marsan (Sherlock Holmes), Raffiella Chapman (Miss Peregrine’s Home for Peculiar Children), Rosy McEwen (The Alienist), Richard Brake (Game of Thrones) ve Melanie Gaydos (Insidious: The Last Key) di fîlmê de lîstine.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: