Fîlmekî li ser koç û penaberan: “El Salto”

Derhênêrê spanî Benito Zambrano bi fîlmê xwe yê nû yê bi navê “El Salto” (The Jump) re behsa çîrokên penaberan dike û rêwîtiya wan a ji Mexriba (Fas) Efrîqayê ber bi Ewropayê tîne li ber perdeya sînemayê. Benito Zambrano him qala rêwîtiya penaberan dike him jî hewlên wan ên li Spanyayê nîşan dide.

Penaberên Efrîqayî ji bo jiyaneke nû û aramdar diçin li Spanyayê û dixwazin ku di nav şert û mercên baştir de bijîn. Benito Zambrano di fîlmê xwe yê nû de li ser çîroka hosteyê dîwarê Îbrahîm (Moussa Sylla) û hevsera wî Marimamayê (Nansi Nsue) disekine. Îbrahîm rojek ji ber ku destûra rûniştinê nîne tê girtin û tê dersînorkirin, armanca Îbrahîmî ew e ku vebigere li Spanyayê da ku hevsera xwe Mariama û keça xwe ya dê di demeke nêz de ji dayik bibe, bibîne. Îbrahîm ji Efrîqayê derbasî li wargeheke dibe û li wir ligel koçberên din ve dimîne û dixwaze ji wir biçe Spanyayê.

Di 16ê meha Îlonê de li Madrîdê dest bi kêşana fîlmê “El Salto” kirin û dê di 29ê Cotmehê de li bajarê Tenerifeyê xilas bibe. Têlên sînorê ji aliyê xebatkarên çêkirinê ve hate avakirin.

Fîlm, bal dikişîne li ser mijarên koça mecbûrî, şer û xizaniyê ku penaber li hemû seranserê cîhanê di nav şert û mercên dijwar de dijîn û jiyana xwe ji dest didin. Senaryoya fîlmê “El Salto”yê Flora González Villanueva û Benito Zambrano bi hev re nivîsîne ku senarîst Villanueva bi rêzefîlmên xwe yên wekî “Los hombres de Paco”, “Ana y los siete”, “Cable Girls” ve tê naskirin.

Derhênerê navdar ê Spanyayî Benito Zambrano bi fîlmên xwe yên wekî Pan de Limón Con Semillas de Amapola (2021), Out In The Open (2019), Alone (1999), Habana Blues (2005) ve The Sleeping Voice (2011) ve hatiye naskirin.

“El Salto” bi çêkerîya Jesús Ulled Nadal /Cine365 Films Producciones Cinematográficas y Virtual Contenidos) , Castelao Pictures (Filmax), Carlos Fernández, Laura Fernández Brites û Jérôme Vidal (Noodles Productions) û bi hevparîya Spanya – Frensayê ve tê kişandin. ICAA – Wezareta Çand û Werzişê ya Spanyayê, Orange, Movistar Plus+, RTVE û Canal Sur jî piştgirî didin li fîlmê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: