Fîlmên 16’emîn Rojên Venedîkê hate eşkerekirin
16’emîn Rojên Venedîkê îsal dê di navbera dîrokên 28’ê Gelawêjê û 7’ê Îlonê de bê li darxistin û fîlmên ku di çarçoveya bernameya berhevoka Rojên Venedîkê de bêne nîşandayîn hate eşkerekirin. Rojên Venedîkê çalakiyeke girêdayî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê ye, fîlmên festîvalê îsal dê di 25’ê Tîrmehê de diyar bibin û fîlmê destpêkê yê bernameya 76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê fîlmê “The Truth” yê Hirokazu Kore-eda ye.
Li gorî nûçeya malpera Filmloverssê ku ji malpera Deadline ve hatiye wergerandin, fîlmên ku di çarçoveya bernameya berhevoka Rojên Venedîkê de bêne nîşandayîn diyar bûne. Di 16’emîn beşa pêşbazîyê ya Rojên Venedîkê de îsal 11 fîlm cih digirin. Ji bo sînemahezan di nîşandayînên taybet de jî 8 fîlm û Berhevoka Çîrokên Jinan a ku ji aliyê Miu Miuyê hatiye amadekirin de dê gelek kurtefîlman bêne nîşandayîn.
Di Berhevoka beşa pêşbazî ya 16’emîn Rojên Venedîkê de îsal fîlmên; Seules Les Bêtes, Un Divan à Tunis, La llorona, They Say Nothing Stays the Same, Un monde plus grand, Toni Servillo 5 è il numero perfetto, Les Chevaux Voyageurs derdikevin pêş. Fîlmên din ên berhevokê wisa ne; Mio fratello rincorre i dinosauri, Corpus Christi, Beware of Children û The Long Walk. Di çarçoveya Berhevoka Çîrokên Jinan a ku ji aliyê Miu Miuyê ve hatiye amadekirin de dê gelek kurtefîlm bêne nîşandayîn. Belgefîlmê bi navê The Great Green Wall ku qala guherîna avhewayê dike dê cara yekem di Rojên Venedîkê de bê nîşandayîn.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com