Fîlmên 66emîn Festîvala Fîlman a Londonê ya BFIyê hate eşkerekirin
Festîvala Fîlman a Londonê ya BFIyê îsal wê di navbera dîrokên 5-15ê meha Cotmehê de cara 66emîn bê li darxistin û fîlmên bernameya festîvalê hate eşkerekirin.
Bernameya 66emîn Festîvala Fîlman a Londonê ya BFIyê bi dîrektorîya Tricia Tuttle re tê li darxistin ku gelek fîlmên balkêş û girîng ên vê salê dê di çarçoveya festîvalê de derbikevin li peşberî temaşevanên sînemayê.
Hate eşkerekirin ku fîlmên; “She Said”, “Decision to Leave” (Li 75emîn Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Derhênerê Baştirîn girtibû), “Pinocchio”, “Roald Dahl’s Matilde The Musical”, “A Spy Among Friends”, “The Son”, “Glass Onion: A Knives Out Mystery”, û rêzefîlmê televîzyonê “The English” jî dê li festîvalê bêne nîşandayîn.
“She Said” yek ji fîlmên balkêş ên festîvalê ye ku li ser destpêka tevgera MeTooyê disekine û lêpirsîna du rojnamegerên rojnameya New York Timesê tîne li ber perdeya sînemayê. Carey Mulligan û Zoe Kazan di fîlmê de weke serlîstikvan lîstine.
Fîlmê “She Said” ji aliyê derhêner, senarîst û lîstikvana Elmanyayî Maria Schrader ve hate kişandin û senaryoya fîlmê jî Rebecca Lenkiewicz nivîsîye. Fîlm, ji pirtûka bi navê ‘She Said: Breaking the Sexual Harassment Story That Helped Ignite a Movement’ yên Jodi Kantor û Megan Twoheyê ji bo sînemayê lê hatiye anîn. Di navbera çêkerên fîlmê de Brad Pitt, Dede Gardner û Jeremy Kleiner hene.
Tevgera MeTooyê di sala 2006ê de destpê kir û di sala 2017ê de bi parvekirina medyaya civakî ya lîstikvana sînemayê ya Amerîkî Alyssa Milano ve li seranserê cîhanê belav bû. Tevgera MeTooyê li dijî tundiya zayendî têdikoşe û mafên jinan diparêze.
Fîlmê “She Said” bi çêkeriya pargîdanîya Plan B Entertainmentê hate kişandin ku ji fîlmê fragmana nû hatibû weşandin, wê di dîroka 10ê Sibata sala 2023yê de bikeve vîzyonê.*
Fîlmên 66emîn Festîvala Fîlman a Londonê ya BFIyê:
•Opening Night Gala – “Roald Dahl’s Matilda The Musical” (U.K., der: Matthew Warchus)
• Closing Night Gala – “Glass Onion: A Knives Out Mystery” (U.S., der: Rian Johnson)
• American Express Gala – Empire Of Light (U.K.-U.S., der: Sam Mendes)
• American Airlines Gala – “The Banshees Of Inisherin” (Ireland-U.K.-U.S., der: Martin McDonagh)
• “Bardo, False Chronicle Of A Handful Of Truths” (Mexico, der: Alejandro G. Iñárritu)
• “Decision To Leave”(South Korea, der: Park Chan-wook)
• “Living” (U.K., der: Oliver Hermanus)
• “Guillermo Del Toro’s Pinocchio” (U.S., der: Guillermo del Toro, Mark Gustafson)
• “She Said” (U.S., der: Maria Schrader)
• “The Son”(U.K., der: Florian Zeller)
• The Mayor of London’s Gala – “Till” (U.S., der: Chinonye Chukwu)
• BFI Patrons’ Gala – “The Whale” (U.S., der: Darren Aronofsky)
• “White Noise” (U.S., der: Noah Baumbach)
• “The Wonder” (U.K.-Ireland, der: Sebastián Lelio)
Ji bo agahî û bernameya festîvalê:
Çavkanî: Variety
Sînemaya Serbixwe – www.sineyaserbixwe.com