Fîlmên Alfred Hitchcock tê Stenbolê

Îsal 40’emîn salvegera mirina derhênerê navdar ê İnglîstanî Alfred Hitchcockê ye û ji bo bîranîna Hitchcock, li Festîvala Fîlman Stenbolê 15 fîlmên wî bêne nîşandan.

Li gorî nûçeya ku di malpera Diyarname.com’ê de cih digire, îsal 15 fîlmên derhênerê cîhanê Alfred Hitchcock, li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bêne nîşandan.

Festîvala Fîlman a Stenbolê di navbera dîrokên 10-21’ê meha Avrêlê bête li darxistin û îsal ji bo bîranîna Alfred Hitchcock, beşek taybet amade dike. Li bernameya festîvalê, di 40’emîn salvegera mirina derhênerê navdar de 15 fîlmên wî, beşa bi navê “Hitchcock ê Rengîn”,  bêne nîşandan.

Derhênerê navdar ê cîhanê Alfred Hitchcock (1899-1980), ji zêdetirî 50 fîlmên bi deng û bêdeng kişandin û fîlmên wî xelata Oscar (Rebbecca) jî têde, di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de xelat wergirtin.

Bernameya beşa “Hitchcock ê Rengîn”:

– Rope (1948)

– Under Capricorn (1949)

– Dial M for Murder (3D) (1954)

– Rear Window (1954)

– To Catch A Thief (1955)

– The Trouble with Harry (1955)

– The Man Who Knew Too Much (1956)

– Vertigo (1958)

– North by Northwest (1959)

– The Birds (1963)

– Marnie (1964)

– Torn Curtain (1966)

– Topaz (1969)

– Frenzy (1972)

– Family Plot (1976)

Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: