Fîlmên “Atlantique” û “The Irishman” li Netflixê hatin weşandin
Fîlmên “Atlantique” û “The Irishman” li ser platforma dîjîtal a Netflixê hatin weşandin. Fîlmê yekem ê derhêner Mati Diop “Atlantique” li Cannesê Xelata Juriya Taybet girt û “The Irishman” bo Oscarê weke berendam hate nîşan dan.
Fîlmên “Atlantique” û “The Irishman” li ser platforma dîjîtal a Netflixê hatin weşandin. Yekem fîlmê dirêj ê derhêner Matî Diopê “Atlantique”, li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê hatibû nîşandan. Li festîvalê cara yekem fîlmê derhênereka jin a Çermreş hatibû nîşandan û Diop bi fîlmê xwe Xelata Mezin a Juriyê girtibû. Fîlmê “Atlantique” li Frensayê di dîroka 2’yê meha Cotmeha (Kewçer) sala 2019’ê de ketibû vîzyonê.
The Irishman, cara yekem dê di dîroka 27’ê meha Îlonê de di çarçoveya bernameya 57’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya New Yorkê de bê nîşandayîn. Fîlmê “The Irishman” qala jiyan û kuştina Serokê Sendîkaya Karkeran ê Jimmy Hoffayê dike û ji pirtûka ” I Heard You Paint Houses” ya nivîskar Charles Brandtî ji bo sînemayê lê hatiye anîn. Di fîlmê de lîstikvanên navdar ên cîhanê Robert De Niro û Al Pacino weke serlîstikvan cih girtin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com