Fîlmên bêdeng ên lîstikvana navdar Asta Nielsenê tên li Stenbolê
Sezona nû ya Kundura Sînemayê îsal bi fîlmên lîstikvana navdar a navneteweyî ya perdeye spî Asta Nielsenê ve destpê dike. 7 fîlmên bêdeng ên lîstikvan û çêkera fîlman a Danîmarkayî Asta Nielsenê dê di navbera dîrokên 21ê Cotmeha 2023yê û 17ê Adara 2024ê de li Stenbolê bêne nîşandayîn.
Kundura Sînemayê bi girêdayî Beykoz Kundurayê ye; nîşandayîna fîlman, festîvalên sînemayê û hunerê li dar dixe. Kundura Sînemayê di demeke nêz de dikeve 5 saliya xwe û di sezona xwe ya nû de berhevokeke fîlmên lîstikvan-çêkera fîlman a Asta Nielsenê bi performanên zindî yên muzîkan ve tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Fîlmên Asta Nielsenê gelek caran bi sansûrê rûbirû mane. 7 fîlmên girîng ên lîstikvana sînemayê yên Asta Nielsenê di sezona 2023-2024ê de tên li Stenbolê. Kundura Sînemayê di sala 2020ê de bi kuratorîya nivîskar, rexnegira sînemayê û dîroknasa fîlman a îngilîz Pamela Hutchinsonê ve bernameyeke bi navê “Jinên Pêşeng ên Sînemayê” li darxistibû.
Bernameya “Yekem Dîvaya Sînemayê: Asta Nielsen” (2023-2024)
21ê Cotmeha 2023ê | 16:30
Hamlet (1921)
19ê Mijdara 2023yê | 16:30
16:30 Zapata’s Gang (1914)
&
The ABC of Love (1916)
18ê Reşemîya 2024ê | 16:30
The Abyss (1910)
&
The Black Dream (1911)
17ê Adara 2024ê | 16:30
The Film Primadonna (1913)
&
The Decline (Downfall) / (1923)
Ji bo agahî, bername û bîletên fîlman:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com