Fîlmên derhêner Aydin Orakî li Londonê bêne nîşandayîn

Du belgefîlmên “Mûsayê Bê Asa” (2014) û “Yaşar Kemal Efsanesi” (Efsaneya Yaşar Kemal, 2017) yên derhênerê kurd Aydin Orakî, di dîrokên 25-26ê mehê de li İAKM û Cemxaneya Londonê derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê. Piştî nîşandanên belgefîlman dê bi beşdarîya derhênerê hevpeyvîn jî bê lidarxistin.

Belgefîlmên “Mûsayê Bê Asa” û “Yaşar Kemal Efsanesi” yên Aydin Orakî tên li Londona Îngilistanê. Her du belgefîlm bi beşdarî derhêner Orakî di navbera 25-26ê Pûşberê de li İAKM û Cemxaneya li Londonê bêne nîşandayîn.

Derhêner, şanoger, lîstikvan, çêker û helbestvanê kurd Aydin Orak ji Mêrdînê ye û ji sala 2000î û bi vir de lîstikvanîya şano û sînemayê dike. Klasîkên wêjeya cîhanê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine û lîstikên wî yên şanoyê bi salan li seranserê cîhanê hatin lîstin, bi lîstika “Araf”ê Xelata Lîstika Tenê Kesekî ya Baştirîn girt. Çar pirtûkên wî yên li ser şanoyê hene û heta niha kurtefîlm, belgefîlm û metrajdirêj ên wî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hatin nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Heman demê de di fîlmên sînemayê de weke lîstikvan cih girt. *Çavkanî

Aydin Orak herî dawî bi fîlmê xwe yê “Sabırsızlık Zamanı” (Time Of Impatıence, 2021) re derket li pêşberî sînemahezan ku fîlmê wî yê nû li bernameya gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn. Bi fîlmê xwe, ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê du Xelatên Fîlmê Baştirîn û Belavkirina Başka Sînemayê yên Plaforma Film Forum Work in Progressê û ji bernameya 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antakyayê jî Xelata Lîstikvana Baştirîn û Xelata Taybet a Temeşvanan girtin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir