Fîlmên Duşemê li benda we ne
Bi hevkariya Goethe – Instîtut Istanbul û Sînemaya Pera a Beyogluyê vê mehê “Fîlmên Duşemê” tê lidarxistin. Vê mehê her duşemê fîlmekî bê pere derdikeve pêşberî temaşevanan. Di 1’ê mehê de fîlmê Arne Feldhusen “Magical Mystdery” û 8’ê mehê de jî “Lola Rennt” ê Tom Tykwer derket pêşberî temaşevanan. Ji bilî van, vê mehê sê fîlmên din jî dê bêne nîşandayîn. Ev fîlmên alman ku xelat girtine niha li Beyogluya Stenbolê di Salona Sînemayê ya Pera de her roja duşemê saet 19’an de bê pere têne nîşandayîn.
Bername bi vî rengî ye:
15 Tîrmeh:
– Kara Gorundu – Land Ho! / Derhêner Judith Keil, Antje Kruska / 2013 / 97 deqe
22 Tîrmeh;
– Yazlik – Sommerhauser / Derhêner Sonja Maria Kroner / 2017 / 97 deqe
29 Tîrmeh:
– Neukolln Unlimited / Derhêner Agostino Imondi, Dietmar Ratsch / 2010 / 96 deqe
Ji bo kesên eleqedar:
Beyoglu Pera Sinemasi
Adres: Kolana Îstîklalê no: 140 (Salon li hundirê Pasaja Helebê ye)
Çavkanî: www.Diyarname.com