Fîlmên Festîvala Festîvala Fîlman a New Yorkê hate eşkerekirin

57’emîn Festîvala Fîlman a New Yorkê îsal dê di navbera 27’ê Îlonê û 13’ê Cotmehê de li darbikeve û fîlmên festîvalê diyar bûn.

Li gorî nûçeya ku di malpera Altyazi.net’ê de cih digire, fîlmên Festîvala Fîlman a New Yorkê diyar bûn.

Îsal di bernameya bingehîn a Festîvala Fîlman a New Yorkê de, fîlmên derhênerên navdar ên cîhanê; Martin Scorsese, Pedro Almodóvar, Birayên Dardenne, Angela Schanelec, Bong Joon-ho ve Corneliu Porumboiu jî tê de, ji 17 welatên cîhanê 29 fîlm cih digirin. Îsal sewyana (afîş) festîvalê ji aliyê derhênerê Arjantînî Pedro Almodóvar ve hate sêwirandin û di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a New Yorkê de fîlmê dawî yê Almodóvarî “Dolor y Gloria” jî dê bê nîşandayîn.

Di Festîvala Fîlman a New Yorkê de, dê fîlmên dawî yên derhênerên wekî; Olivier Assayas, Arnaud Desplechin, Kelly Reichardt, Kiyoshi Kurosawa û Pedro Costa jî bêne nîşandayîn

Li festîvala îsal de hin fîlmên ku di Festîvala Cannesê de xelatan wergirtibûn jî cih digirin; fîlmê “Gisaengchung” yê Bong Joon-ho Xelata Palmiyeya Zêrîn, fîlmê “Atlantique” yê Matî Diopê Xelata Juriya Mezin, fîlmê “Portrait de la Jeune Fille En Feu” ya Céline Sciammayê Xelata Senaryoya Herî Serketî, fîlmê “Le Jeune Ahmed” yên Birayên Bacurau û Dardenneyê Xelata Derhênerê Herî Serketî wergirtibûn jî henin. Her weha di festîvalê de fîlmê “Synonymes” yê Nadav Lapidê ku di Festîvala Fîlman a Berlînê de Xelata Hirçê Zêrîn û fîlmê “Ama” (Ich War Zuhause, Aber) yê Angela Schanelecê ku Xelata Derhênera Herî Serketî wergirtibûn jî cih digirin.

Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir