Fîlmên Festîvala Fîlman a Tokyoyê diyar bûn
32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tokyoyê îsal di 28’ê Cotmehê de dest pê dike û fîlmên ku di beşa Pêşbazî ya Bingehîn a festîvalê de bêne nîşandayîn hate eşkerekirin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Karincayê de cih digire, fîlmên ku di beşa Pêşbazî ya Bingehîn a Festîvala Fîlman a Tokyoyê de bêne nîşandayîn hate eşkerekirin.
Derhênerê fîlmê “F Tipi Film”ê Reîs Çelîk bi fîlmê xwe ya bi navê “Ölü Ekmeği” (Aşıq) re u li bernameya Festîvala Fîlman Tokyoyê di beşa Pêşbazî ya Bingehîn de dê bê nîşandayîn. Fîlmê “Ölü Ekmeği” (Aşıq) qala zarokekî ku dixwaze ku bibe hosteyê muzîka kevneşopî re dike. Derhêner Reîs Çelîk sala par bi fîlmê xwe ya “Lal Gece” re di Festîvala Fîlman a Tokyoyê de bi beşa Fîlmên Asyayê de Xelata Fîlmê Herî Serketî wergirtibû.
Îsal di Festîvala Fîlman a Tokyoyê de serokê juriyê bû Zhang Ziyi û 14 fîlm ji bo xelata mezin dê pêşbazî bikin û bernameya festîvalê dê 5’ê meha Mijdarê de bi dawî bibe.
Fîlmên ku di beşa Pêşbazî ya Bingehîn a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tokyoyê de bêne nîşandayîn:
Adventages of Travelling by Train / Derhêner: Aritz Moreno)
Atlantis / Derhêner: Valentyn Vasyanovych
A Beloved Wife / Derhêner: Shin Adachi
Chaogtu with Sarula / Derhêner: Wang Rul
Disco / Derhêner: Jorunn Myklebust Syversen
Ölü Ekmeği / Derhêner: Reis Çelik
Jst 6.5 / Derhêner: Saeed Roustaee
Nevia / Derhêner: Nunzia De Stefano
Only the Animal / Derhêner: Dominik Moll
Tezuka’s Barbara / Derhêner: Macoto Tezka
Towards the Battle / Derhêner: Aurelien Vernhes-Lermusiaux
Uncle / Derhêner: Frelle Petersen
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com