Fîlmên fransiz tên li Amedê
Li Amadê di çarçoveya “Hefteya Sînemaya Fransiz”ê de 5 fîlmên balkêş wê li Navenda Mordem Sanatê bêne nîşandayîn. Çalakîya hefteya fîlman dê di rojên 7-11ê meha Îlonê de bi hevparîya Institut Français de Turquie û Gezîcî Sînema ve bê lidarxistin.
Di bernameya “Hefteya Sînemaya Fransiz”ê de 5 fîlmên ku ji sînemaya Fransizê hatine hilbijartin dê li bajarê Amedê derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê derhêner Albert Dupontel yê “Adieu les cons” (2020) ku ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Césarê Xelata Fîlmê Herî Serketî girtibû jî di hefteya fîlman de cih digire.
Fîlmên “Hefteya Sînemaya Fransiz”:
- 7ê Îlonê: Saet: 19.00 Rouge
- 8ê Îlonê: Saet: 19.00 Les Indes Galantes
- 9ê Îlonê: Saet: 19.00 Petit Vampire
- 10ê Îlonê: Saet: 19.00 Adieu les cons
- 11ê Îlonê: Saet: 19.00 Un Fils
Cih: Dîclekent, kolana 251. No:30, 21070 Kayapinar/Amed
Ji bo agahî û bîletan: İfturquie
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com