Fîlmên “Hevêrk” û “Aether” wê li Enqerê bêne nîşandayîn

Kurtefîlmê “Hevêrk” (2016) û belgefîlma “Aether” (2019) wê bi beşdarîya derhênera fîlman Rûken Tekeşê û bi moderatorîya Zekîcan Sarisoyî li Muzeya Arkeolojî û Hunerê ya Erimtanê, li Enqereyê bêne nîşandayîn. Piştî nîşandayînê dê li ser fîlman hevpeyvîn bê lidarxistin.

Bernameya nîşandana fîlman bi hevkarîya Kulturakademie Tarabya û Muzeya Erimtanê ve tê lidarxistin ku dê di dîroka 28ê Rêbendanê (roja şemîyê) de di saet 15:00an de destpê bike. Çalakîya fîlman bêpere ye.

Kurtefîlmê “Hevêrk” (Çember/The Circle, 2016) qala çîroka xwendekara dibistana pêşîn Zelalê dike û trajediya baweriya Êzidîyan nîşan dide. “Hevêrk” li bernameya ji zêdetirî 200 festîvalên fîlman hate nîşandan û li Heskîfê hate kişandin. Kurtefîlm, di beşa Kurtefîlmê Herî Serketî ya 30emîn Xelatên Fîlman a Ewropayê de hate nîşandan. Belgefîlma metrajdirêj  “Aether” (2019) bal dikişîne li ser bendava Ilısûyê û Heskîfê. Belgefîlm, ji Pêşbazîya Belgefîlman a Neteweyî ya 56emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê Xelata Taybet a Jurîyê girtibû.

Pispora mafên mirovan, derhêner û çêkera kurd Rûken Tekeş bi eslê xwe Amedî ye, perderdehî û xebatên xwe li bajarên Los Angeles, Amsterdam, Atîna, Vîyana, Venedîk, Kîev, San Diego û Moskowê xilas kiriye û li Zanîngeha Koçê weke erkedara hîndekarîyê xebitîye. Di sala 2015ê de di derbarê mijarên civakî, siyasî û ekolojîk de dest bi derhênerîyê kir û yekem kurtefîmê wê “Hevêrk” ji festîvalên fîlman gelek xelat girtin. Yekem belgefîlma Tekeşê ya “Aether” promîyera xwe li Festîvala Fîlman a Visions du Réelê kir. Derhêner li ser fîlmekî metraj dirêj dixebite û di Gulana 2022yê de bi vê projeya xwe ya bi navê “Philax”ê li bernameya Cinefondation L’Atelierê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Sorfondê girtibû. Rûken Tekeş xebatên xwe li Akademîya Çandê ya Tarabyayê didomîne.

Ji bo agahî:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: