Derhênerê hoste yê sînemayê û yek ji nûnerên herî girîng ên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê Jean-Luc Godard di 13ê meha Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Institut Françis ji fîlmên derhêner Godardî berhevokeke taybet amadekiriye ku wê di navbera 30 Îlonê û 2yê Cotmehê de li Stenbolê bêne nîşandayîn.

Sînemahez dikarin bîletên bernameyê li Institut français Stenbolê peyde bikin. Berhevoka fîlman dê bi nîşandayîna “Pierrot le Fou” re destpê bike û hate ragihandin ku Pierrot le Fou dê di dîroka 14ê Cotmehê de li 212 Photography Istanbulê jî derbikeve li pêşberî temaşevanan.

Fîlmên berhevoka Jean-Luc Godardî

  • Pierrot le Fou – 30ê Îlonê, Înê, saaet 18:00
  • Le Redoutable – 1ê Cotmehê, Şemî, saet 16:00
  • Le Livre d’image – 1ê Cotmehê, Şemî, saat 19:00
  • Le Livre d’image – 2yê Cotmehê, Yekşem, saet 16:00
  • Le Redoutable – 2yê Cotmehê, Yekşem, saet 19:00
  • Pierrot le Fou – 14ê Cotmehê, În, saet 19:00

Ji bo agahî: ifturquie.org