Fîlmên ji Cannesê vê hefteyê ketin li vîzyonê

Vê hefteyê 7 fîlm ketine vîzyonê, didu ji wan li Festîvala Fîlman a Cannesê bi ser ketine û niha li Tirkiyeyê jî li pêşberî temaşevanan e. Di nav fîlman de yek jê anîmasyon e. Ji fîlmê tirkî vê hefteyê tenê yek heye.

“Triangle of Sandness”

Fîlmê Triangle of Sandness bi navê “Huzun Uçgeni” wergerandine tirkî û xistine vîzyonê. Fîlmê ku derhêneriya wî Ruben Ostlund kiriye, Thobias Thorwid, Harris Dickinson, Charlbi Dean û Woody Harrelson têde dilîzin.

Cotek manken beşdarî betlaneya bi keştiyê ku komek mîlyarderan saz kiriye dibin. Di vê rêwîtiya dewlemend û gelek balkêş de gelek bûyer bi ser wan de tên. Di dawiya rêwîtiyê de tiştên ku her du jin û mêrên manken jiyane vediguhere têkoşîna destjêbernedana jiyanê.

Fîlmî îsal di Festîvala Cannesê de Xelata Fîlmê Palmiyeya Zêrîn girt.

“Broker”

Fîlmê derhêner Hirokazu Kore Eda ê bi navê *Broker” bi navê “Bebek Servisi” wergerandine tirkî û xistine vîzyonê. Fîlmî îsal li Cannesê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî û Xelata Juriyê ya Ekumenîk girt.

Sanghyeon li derdora xwe deyndarê her kesî ye, Dongsu li tesîsek dixebite ku mirov zarokên xwe li ê tesîsê datînin û terk dikin. Di rojek bi baran de ji bo bibin bifroşin zarokek bi navê Woosung ji tesîsê direvînin. Bûyer diqewimin û polîs jî ji bo wan li ser sûcê biqufilin ketine nava tevgerê.

Di fîlm de Song Kang Ho, Gang Dong Won, Bae Doona, Lee Ji Eun û Kang Gil Woo dilîzin.

“Emily”

“Emily” fîlmê derhêner Frances O’Connor e û Emma Mackey, Alexandra Dowling têde dilîzin. Fîlm çîroka nivîskar Emily Bronte pêşkêş dike ku ew di 30 saliya xwe de miribû. Nivîskar Bronte di sala 1818’an de li Îngilistanê hatibû dinê û di sala 1848’ar de miribû. Ew yek ji nivîskarên serhildêr û nepen bû. Fîlm temaşevanan dibe sedsala 19’an û balê dikişîne ser jiyana wê.

Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:

– Prey of the Devil / Derhêner Daniel Stamm

– Broker / Derhêner Hirokazu Kore Eda

– Triangle of Sandness / Derhêner Ruben Ostlund

– Bodies Bodies Bodies / Derhêner Halina Reijn

– Emily / Derhêner  Frances O’Connor

– Moonbound / Derhêner Ayi Samadi Ahadi / Anîmasyon

– Kafes: İki savaş arasında / Derhêner Cenk Îzgoren

Çavkanî: Diyarname

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d