Fîlmên Kazim Oz çima nagirin Festîvala Edeneyê?
Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn a Edeneyê 12’yê mehê dest pê kir. Heman rojê derhêner Kazim Oz bi ser hesabên xwe yên tora civakî re daxuyaniyeke belav kir û qala sansura li ser fîlmên wî kir.
Oz got qala fîlmên xwe Bahoz, Şavak, Hemû tune bû, Zer, Çinara Spî kir ku heta niha bi sedan festîvalan hatine nîşandayîn. Û wî pirsa “Ligel serîlêdanê jî çima vê festîvalê fîlmên wî negirtine?”
Derhêner Oz ku li ser fîlmê xwe yê nû “Bir Kar Tanesinin Omru” (Temenê Heba Berfê) ku ew jî negirtine festîvalê sekinî û got, “Di yek ji festîvalên girîng ên dinyayê de ev fîlmê min dê bê nîşandayîn lê ev jî negirtine festîvalê. Ne tenê ê min, gelek hempîşeyên min ku sînemageriya xwe li ser fîlmên polîtîk saz dikin, madî, manewî di nav rewşeke giran de karên xwe dikin rastî heman zehmetiyan tên. Festîvala Gûzeka Zêrîn bi rastî jî dijî sansurê ye?”
Oz paşê hin pirs kirine û diyar kiriye ku her sal 12 fîlmî digirin nav Pêşbaziya Neteweyî ya Metrajdirêj, di sala 2018’an de 15 heb jî girtine, çima îsal tenê bi 8 heban bi sînor kirine?
Oz ji Serokê Festîvalê Menderes Samancilar, Şaredarê Edeneyê Zeydan Karalar û ji weqfa ku festîvalê organîze dike xwestiye bersiva pirsan bidin û meseleyê zelal bikin.
29’emîn Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê organîzekirin 12’yê mehê dest pê kir û dê 18’ê mehê bi dawî bibe..
Çavkanî: Diyarname