Fîlmên Pasolînîyî li Kadikoyê bêne nîşandayîn

“Rojên Pasolînî” li navenda Sinematek/Mala Sînemayê ya Kadikoya Stenbolê destpê kir. Di bernameyê de, pêşengeha wêneyan a bi navê “Kapadokyaya Pasolînîyî” cih digire ku gelek fîlmên derhênerê nemir ê Îtalyayî Pier Paolo Pasolînîyî jî heta dîroka 3yê meha Tîrmehê bêne nîşandayîn.

Derhêner, senarîst û helbetvanê navdar Pier Paolo Pasolînî yek ji sînemagerên herî serketî yên Îtalyayê bû û bi fîlmên xwe yên mezin û bêhempa re mohra xwe da li hunera heftemîn. Gelek beşên fîlmê “Medea” (1969) yê Pasolînîyî li herêma Kapadokyayê hatibûn kişandin.

Di bernameya “Rojên Pasolînî” de gelek fîlmên Pasolînîyî yên wekî; “Comizi d’amore”, “Ro.Go.Pa.G”, “Medea”, “Salò o le 120 giornate di Sodoma”, “Il Decameron”, “I racconti di Canterbury”, “Il fiore delle mille e una notte”, “Teorema”, “Accattone”, “Mamma Roma”, “Il vangelo secondo Matteo”, “Uccellacci e uccellini”, “Edipo Re”, “Porcile” û herwiha fîlmê “Pasolini” yê Abel Ferrarayî dê di navbera 28ê Gulanê û 3yê Tîrmehê de li navenda Sinematek/Mala Sînemayê ya Kadikoya Stenbolê ya Şaredarîya Kadikoyê derbikevin li pêşberî sînemahezan. Hunerhezan dikarin heta 12ê Gelawêjê pêşengeha wêneyan a bi navê “Kapadokyaya Pasolînîyî” jî bibînin.

Ji bo agahî: Kadıköy Sinematek/Sinema Evi

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir