Fîlmên Pêşbaziya Gûzeka Zêrîn hate eşkerekirin
Fîlmên dê ji bo Xelata Gûzeka Zêrîn bi hev re bikevin pêşbaziyê diyar bûn. Ji 50 fîlmên hatine şandin 8 fîlm hatin hilbijartin û dê derkevin pêşberî juriyê. Di nav van de 4 fîlm derhênerên wan jin in.
29’emîn Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê organîzekirin îsal di navbera 12-18’ê rezberê de lidar dikeve. Niha fîlmên metrajdirêj ku di beşa Pêşbaziya Neteweyî de dê bikevin pêşbaziyê diyar bûn.
Juriya festîvalê di bin serokatiya derhêner Ozcan Alper de dê fîlmên serketî diyar bike. 17’ê rezberê bi merasimek fîlmên serketî dê bêne eşkere kirin û xelatên wan bidin wan.
Fîlmên ku ji bo vê pêşbaziyê hatiye diyar kirin ev in:
– “Bana Karanligini Anlat” / Derhêner Gîzem Kizil
– “Bir Zamanlar Gelecek: 2121” / Derhêner Serpîl Altin
– “Çilingir Sofrasi” / Derhêner Ali Kemal Guven
– “Ela ile Hilmi ve Ali” /Derhêner Ziya Demirel
– “Kabahat” / Derhêner Umran Safter
– “Mendirek” / Derhêner Cem Demirer
– “Suna” / Derhêner Çîgdem Sezgin
– “Yaban” / Derhêner Tareq Daoud
**
Nûçeyên Eleqedar:
– Ewê serketiyên Gûzeka Zêrîn diyar bikin
– Gûzeka Zêrîn li benda fîlman e
Çavkanî: Diyarname
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com