Fîlmên Pêşbirka Bingehîn ya Festîvala Fîlman a Venedîkê hate eşkere kirin
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê îsal di navbera dîrokên 2-12’ê Îlonê de bête li darxistin û 18 fîlm dê ji bo Xelata Şêrê Zêrîn bikevin pêşbaziyê.
Bernameya 77’emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê ji ber şewba koronayê îsal hatibû bipaşxistin û îsal biryar dan ku festîvalê di navbera dîrokên 2-12’ê Îlonê de bête li darxistin. 18 Fîlmên ku dê di Pêşbirka Bingehîn ya Festîvalê de bikevin pêşbaziyê diyar bûn.
Seroka Juriyê ya Festîvala Fîlman a Venedîkê îsal lîstikvana navdar Cate Blanchett e û di nava endamên juriyê de jî derhênerên Christian Petzold, Joanna Hogg, Cristi Puiu, Veronika Franz, lîstikvan Ludivine Sagnier û nivîskar Nicola Lagioia cih digirin.
Di bernameya Festîvalê de îsal Xelata “Serketina Di Hemû Jiyanê” dê bidin lîstikvanên navdar ên Tilda Swinton û Ann Huiyê û festîvalê dê bi nîşandayîna fîlmê “Lacci” dest pê bike.
Fîlmên Berhevoka Fermî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî Venedîkê:
In Between Dying / Derhêner: Hilal Baydarov
Le Sorelle Macaluso / Derhêner: Emma Dante
The World to Come / Derhêner: Mona Fastvold
Nuevo Orden / Derhêner: Michel Franco
Amants / Derhêner: Nicole Garcia
Laila in Haifa / Derhêner: Amos Gitai
Dear Comrades / Derhêner: Andrei Konchalovsky
Wife of a Spy / Derhêner: Kiyoshi Kurosawa
Khorsid / Derhêner: Macid Maciidi
Pieces of a Woman / Derhêner: Kornél Mundruczó
Miss Marx / Derhêner: Susanna Nicchiarelli
Padrenostro / Derhêner: Claudio Noce
Notturno / Derhêner: Gianfranco Rosi
Never Gonna Snow Again / Derhêner: Małgorzata Szumowska
The Disciple / Derhêner: Chaitanya Tamhane
And Tomorrow the Entire World / Derhêner: Julia Von Heinz
Quo Vadis, Aida / Derhêner: Jasmila Zbanic
Nomadland / Derhêner: Chloé Zhao
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com