Fîlmên sê derhênêrên kurd, li “Hevdîtina Fîlman a Çand û Xwezayê” hatin nîşandayîn
‘Hevdîtina Fîlman a Çand û Xwezayê’ bi hevkarîya Kovara Altyazi û Bernameya Çand-Xwezayê ya Postaneyê di 17ê Rêbendanê de destpêkiribû û di 31ê Rêbandanê de bi nîşandanên duyem derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Di çarçoveya bernameyê de, berhevokeke bi navê “Şehre BAK” hate amadekirin ku têde sê fîlmên derhênerên kurd hatin nîşandayîn.
Nîşandana yekem bi fîlmên Denîz Tortûmê yên ” Selyatagi” (2018) û “Our Ark” (2021) ve destpê kir û bernameya fîlman bi tevahî dê şeş mehan berdewam bike ku li ser mijarên hawir, xwarin û edaleta avhewayê disekine. Berhevoka fîlman ji aliyê Altyazi ve hatiye amadekirin, ji dozgeh fîlman pêk tê û du hefteyan carekê dê li ser Postane Holê bêpere derbikeve li pêşberî sînemehezan.
Sê fîlmên derhênerên kurd di çarçoveya “Hevdîtina Fîlman a Çand-Xwezayê” de cih digirin. Kurteanîmasyona Semîha Yildizê ya Cûdîyê Miradan (Dileklerin Cudisi), kurtebelgefîlma Nalîn Acarê ya “Taş ve Su” û kurtebelgefîlma “Aşefçiler, Rüyalar, Otlar” ya Zelal Sadakê, bi beşdarîya derhêneran di 31ê Rêbendanê de hatin nîşandayîn.
Nîşandayîna duyem bi hevparîya Anadolu Kultur û Navenda Hunerê ya Amedê hate lidarxistin û berhevoka fîlman a bi navê ‘Kulaktan Kulağa’ (Dev Ji Devan re) di çarçoveya “Ji bo Bibîranîn û Vegotinê Binêre Li Bajêr” de derket li pêşberî temaşevanan.
Bernameya “Ji bo Bibîranîn û Vegotinê Binêre Li Bajêr” li bajarên Amed, Mêrdîn û Êlihê bi beşdarîya 12 beşdarvanan hate lidarxistin û di çarçoveya kargeha bernameyê de beşdarvan li ser mijarên bîra bajêr fîlm kişandin. “Kargeha Hilberîna Kolektîv a Dev Ji Devan re” di navbera dîrokên Tîrmeha 2020ê û Avrêla 2021ê de bi şêwirmendîya Ayça Çîftçî û Sevgî Ortaçê pêk hatibû û li ser mijarên ekolojî û edaleta avhewayê disekine. Ji bo agahî:
Çavkanî: Altyazı
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com