Fîlmên Venezuellayê têne nîşandayîn
Di navbera 17-31’ê mehê de beşek ji fîlmên Sînemaya Venezuellayê têne nîşandayîn.
Akbank Sanat bi hevkariya Balyozxaneya Komara Venezuellaya Bolîvarî ya Tirkieyê pênc fîlmên bijare ji sînemaya Venezuellayê li Stenbolê pêşkêş dike. Zimanê fîlman bi spanyolî û bi jêrnivîsa tirkî têne pêşkêş kirin. Fîlmên li Aksanatê bilêtên wan bi 5 TL’yî ne.
Vaye bername:
17 Tîrmeh, saet 19.00
– Hermano / Bira
Derhêner: Marcel Rasquin
Lîstikvan: Fernando Moreno, Eliú Armas, Alí Rondón
Sazkirin û Format: Venezuela, 2010, 96’, blu-ray
Mijar: Fîlmê “Bira” çîroka du birayên li taxa Karakas dijîn û hezkiriyê fûtbolê ne pêşkêş dike. Fîlm li Festîvala Moskovayê bi Xelata Azîz Georgiy a Zêrîn hatibû xelatkirin.
20 Tîrmeh, saet 15.00
– Azul y No Tan Rosa / Hêşîn ne zêde helesor e
Derhêner: Miguel Ferrari
Lîstikvan: Guillermo Garcia, Ignacio Montes, Hilda Abrahamz
Sazkirin û Format: Venezuela, 2012, 120’, blu-ray
Fotografkêşekî jîr Digeo bar dike cem hevalê xwe Fabrizio û dest pê dikin bi hev re dijîn lê ji nişke ve kurê Fabrizio yê li SPanyayê dijî û zûde nedîtiye derdikeve holê.
24 Tîrmeh, Saet 19.00
– Azu
Derhêner: Luís Alberto Lamata
Lîstikvan: Freddy Aquino, Pedro Durán, Carmen Francia
Sazkirin û Format: Venezuela, 2013,100’, blu-ra
Di salên 1780’Yan de komek kole ji çifligê direvin û li cihek bi awayê azad bijîn digerin. Lê Manuel Aguirre ku çavberdaye koleya delal Azu diketev dû wan. Fîlm ligel aksiyonê di heman demê de têkoşîna nasnameyê ya Azu pêşkêş dike.
27 Tîrmeh, Saet 15.00
– Pelo Malo / Porê Nexweşik
Derhêner: Mariana Rondón
Lîstikvan Samuel Lange Zambrano, Samantha Castillo, Beto Benites
Sazkirin û Format: Venezuela, 2013, 93, blu-ray
Junior zarokek 9 saliya ku “porê wî yê nexweşik” heye. Ji bo fotografkişandina li dibistanê dixwaze porê xwe rast bike. Bi vî awayî dê wekî stranbêjek navdar bixuye. Diya Junior Malta dijî vê derdikeve.
31 Tîrmeh, Saet 19.00
– La Casa Del Fin de Los Tiempos / Mala li dawiya zemanê
Derhêner: Alejandro Hidalgo
Lîstikvan: Miguel Angel Pacheco, Rosmel Bustamante, Adriana Calzadilla
Sazkirin û Format: Venezuela, 2013, 97’, blu-ray
Dulce dayikek e. Li mala ku ew lê mezin bûye sêhrek çêbûye û bûye şahida karesatek. Piştî 30 salan ku Dulce êdî pîr bûye lê ji bo fêmkirina wê razberî û trajediyê li mala xwe vedigere. Film li Festîvala Fîlmên Tirsnak a li Los Angelesê Xelata Fîlmê Herî Serketî girtibû.
Çavkanî: www.Diyarname.com