Fîlmên vîzyonê yên hefteya yekem a Berfanbarê

Vê hefteyê 9 fîlm ketine vîzyonê. 3 heb bi tirkî ne, yên din ji derveyî Tirkiyeyê hatine. Di nav fîlman de vê hefteyê du heb jî anîmasyon hene. “Official Competition”ê em derdixin pêş.

“Official Competition”

Derhêner Mariano û Gaston Duprat bi hev re fîlmê “Official Competition” kişandine. Fîlmê ku bi navê “Resmi Yarişma” li Tirkiyeyê ketiye vîzyonê lîstikvanên navdar Penelope Cruz, Antonio Banderas, Oscar Martinez û Jose Luis Gomez têde dilîzin.

Sazkarek mîlyoner dema biryarê bide ku dê fîlmekî bikişîne helbet dê bixwaze yê herî serketî be. Û sazkar Lola Cuevas (Penelpe Cruz) ji bo projeyê bi rê ve bibe tê peywirdarkirin. Di serlîstikvaniya fîlm de jî du lîstikvanên gelek jîr hene: Lîstikvanê qeşeng ê Hollywoodê Feliks Rivero (Antonio Banderas) û lîstikvanê şanoya radîkal Ivan Torres (Oscar Martinez). Her du lîstikvan, di lîstikvanî de mikemel bin jî hevaltiya wan ne ew qas baş e. Di fîlmê komedî de dema kamera dest bi qeydê dike rûbirûbûneke nû dest pê dike.

Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:

– Violent Night / Derhêner Tommy Wirkola

– Official Competition / Derhêner Mariano Chon

– Decibel / Derhêner In Ho Hawang

– Call Jane / Derhêner Phyllis Nagy

– Dolphin Boy / Derhêner Mohammed Kheirandish / Anîmasyon

– Panda vs. Aliens / Derhêner Sean Patrick O’Reilly / Anîmasyon

– Necronomicon Kara Buyusu / Derhêner Ugur Karakuzu

– Bugday Tanesi / Derhêner Dogan Umit

– Çakallarla Dans 6 / Derhêner Murat Şeker

Çavkanî: Diyarname

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d