Fîlmên vîzyonê yên vê hefteyê
Vê hefteyê 4 fîlmên tirkan, 4 jî ji derveyî Tirkiyeyê hatine, bi giştî 8 fîlm ketine vîzyonê û yek ji wan anîmasyon e. Em “Final Cut”ê derdixin pêş.
“Final Cut”
Derhêner Michel Hazanavicius ku Oscar girtibû vê carê bi fîlmekî komediya zombiyan li pêş e. Fîlmê wî yê bi navê “Coupes! – Final Cut” bi navê “Kestîk” xistine vîzyonê. Fîlmê ku îsal di Festîvala Fîlman a Cannesê de wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn, niha li Tirkiyeyê ket vîzyonê.
Romain Duris, Berenice Bejo, Gregory Gadebois û Finnegan Oldfield serlîstikvaniya fîlmî dikin.
Fîlmê japon “One Cut of the Dead” di sala 2017’an de hatibû kişandin, niha ev fîlm ji wî fîlmî ji nû ve hatiye kişandin. “Final Cut” serşoka xwînê ye lê a rast fîlmekî tirsê – komedî yê gelek bi tevger e, yan jî hurmetek bo sînemayê, fîlmekî zombiyan e, yan jî parodiyeke zombiyan ê ku tempoya wê qet nakeve ye. Fîlmekî tirsê ku bi butçeyeke biçûk tê kişandin, zombî bi ser seta wî fîlmî de digirin. Mijara fîlm hemû ev e û bi mijara xwe, lîstikvaniya xwe kariye bibe fîlmê destpêkê yê Cannesê.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
– Final Cut / Derhêner Michael Hazanavicius
– Syk Pike / Denhêner Kristoffer Borgli
– Jeepers Creepers: Reborn / Derhêner Timo Vuorensola
– Space Dogs: Thopical Adventure / Derhêner Ina Evlannikova / Anîmasyon
– Hazine / Derhêner Canbert Yerguz
– Hep Yek 5: Bizim Yeşimiz mi Altan / Derhêner Ozgur Bakar
– Mahalleden Arkadaşlar / Derhêner Selçuk Aydemi
Çavkanî: Diyarname