Fîlmên xelatgir ên festîvalên cîhanê wê li Ayvalikê bêne nîşandayîn
Bernameya 1emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ayvalikê di navbera 16-21ê meha Îlonê de derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku îsal li festîvalê gelek fîlmên xelatgir ên ji festîvalên cîhanê jî cih digirin.
Festîvala Fîlman a Ayvalikê ji aliyê Komeleya Seyir ve tê li darxistin û li bernameya festîvalê gelek fîlmên xelatgirtî yên ji festîvalên cîhanê hene. Festîval, bi dîrektorîya Azîze Tan û bi şêwirmendîya Fatîh Ozguven ve derdikeve li pêşberî sînemehezan ku di çarçoveya festîvalê de ji bilî nîşandayîna fîlman, hevpeyvîn, panel, xebatên kargehan û hin çalakîyên din ên ji bo zarok û ciwanan hatine amadekirin jî cih digirin. Li festîvalê beşa pêşbazîyê tune û dê bi piştgirîya Mey|Diageo ve xelateke bê dayîn.
Bernameya festîvalê dê bi piştgirîya Şaredarîya Ayvalikê, Şaredarîya Bajarê Mezin ê Balikesirê, Space for Culture, Komîlî, OGM Pictures, Kurşat Ayvalik, ASKEV Sînema, MUBI, Mîllîyet Sanat, Setur Ayvalik Marîna, Înci Vûral, Esra Başak, Şerîf Kaynar, Ayvalîkzade, Odeya Bazirganîyê ya Ayvalîkê, Çamlik 87, Çöpmadam ve Navenda Şopandina Çapemeniyê ve bê li darxistin. Piştî nîşandanên Ayvalikê, berhevokeke taybet a ji bernameya festîvalê dê di navbera dîrokên 24-25ê meha Îlonê de bi hevparîya Mordem Sanatê ve li Amedê jî bê lidarxistin.
“Aİ” (EO), Xelata Taybet a Jurîyê ya Festîvala Fîlman a Cannesê (der: Jerzy Skolimowski)
Belgefîlma “Hallelujah: Leonard Cohen, A Journey, A Song”, (der: Dan Geller û Dayna Goldfine)
“Broker”, (der: Hirokazu Koreeda)
“Under the Fig Trees”, Li beşa Panzdeh Rojên Derhêneran ya Cannesê ketibû pêşbazîyê (der: Erige Sehiri)
“Tori and Lokita”, Li Cannesê Xelata Taybet a sala 75emîn girt (der: Jean-Pierre Dardenne û Luc Dardenne)


Berhevoka fîlman ku dê di beşa Sînemaya Tirkiyeyê de bêne nîşandayîn:
“Kerr”, Li Festîvala Fîlman a Varşovayê hate nîşandayîn, 58emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Xelatên Derhênerê Baştirîn, Derhênera Baştirîn a FİLM-YONê û Muzîka Baştirîn, li 41emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê Xelatên Derhênerê Baştirîn û Derhênera Hunerê ya Baştirîn girtine (der: Tayfûn Pîrselîmoglû)
“Çîlîngîr Sofrasî”, Li Festîvala Fîlman a Stenbolê Xelatên Taybet a Jurîyê û Lîstikvanê Baştirîn (der: Alî Kemal Guven)
“Dîyalog”, (der: Alî Tansû Turhan)
“Zuhal”, (der: Nazlî Elîf Durlu)
“Suna”, (der: Çîgdem Sezgîn)
“Mendirek”, (der: Cem Demîrer)
Fîlmên Beşa Kurtefîlman:
“Our Ark”, (der: Deniz Tortum, Kathryn Hamilton)

Di çarçoveya festîvalê de beşeke ji bo fîlmên sînemagerên ku jiyan xwe ji dest dane jî hate amadekirin û dê ji bo bîranîna wan bêne nîşandayîn. Sewyana (afîş) festîvalê ji wêneyên Elvan Alpayê îlhama xwe girtiye ku ji aliyê Emel Işıtan ve hatiye sêwirandin. Fîlmên Festîvala Fîlman a Ayvalikê wê li Sehneya Nejat Ûygûr a Sînemaya Vûralê ya Ayvalikê, Amfîtiyatroya Mezin a Şaredarîya Ayvalikê û li Qada Eskî Koyluyê derbikevin li pêşberî temaşevanan. Temaşevanan dikarin bîlêtên festîvalê li ser Biletixê peyde bikin.
Çavkanî: Ayvalikff.org
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com