Fînalîstên “Pêşbirka Kurtefîlman” a Festîvala Fîlmên Bêastengê diyar bûn
Festîvala Fîlmên Bêasteng îsal di navbera rojên 17-23yê meha Cotmehê de bi dirûşmê “Mumkin e ku em bi hev re fîlman temaşe bikin” cara 10emîn li Enqereyê û weke online derdikeve li pêşberî temeşavanan. Li festîvalê, “Pêşbirka Kurtefîlman” sala par cara yekem hate lidarxistin. Serîlêdanên pêşbirka kurtefîlman di 14ê Tîrmehê de bi dawî bûbû.
10emîn Festîvala Fîlmên Bêasteng ji aliyê Puruli Kultur-Sanat ve tê lidarxistin û îsal cara duyem “Pêşbirka Kurtefîlman” derhêner û sînemahezan tîne cem hev. Fînalîstên “Pêşbirka Kurtefîlman” a festîvalê hatin eşkerekirin; ji 19 welatên cîhanê 90 kurtefîlm serî li pêşbirkê kirin û ji van fîlman ji 7 welatan 13 kurtefîlm bûn fînalîst. Fîlmên fînalîst ji aliyê Hulya Demîrden, Îmre Tezel û Murat Emir Eren ve hatin hilbijartin.
Li Festîvala Fîlmên Bêasteng, îsal dê di beşên Fîlmê Herî Serketî, Derhênera/ê Herî Serketî û Senaryoya Herî Serketî de xelatên pereyê jî bêne dayîn. Herwiha ji dengên temaşevanên festîvalê Xelata Taybet a Temaşevanan jî dê diyar bibe.
Ji bo Xelatên Derhênera/ê Baştirîn û Senaryoya Baştirîn 500 dolar û ji bo Xelata Fîlmê Baştirîn jî 1000 dolar xelat bêne dayîn.
Fînalîstên “Pêşbirka Kurtefîlman” a Festîvala Fîlmên Bêastengê
The Key – Elshad Elsever (Azerbaycan)
Love – Jane Ashmore (Brîtanya)
Fence – Hilke Rönnfeldt (Denmark)
A Winner – Mehdî Mahaeî (Îran)
The Sprayer – Farnoosh Abedî (Îran)
Shadows – Jamilia Azizova (Estonya)
Quarantine – Majid Mirhashemi (Îran)
Komşu Sesler (Neighbouring Sounds) – Alî Kivanç Guldurur (Tirkiye)
Oyun (Game) – Onder Menken (Tirkiye)
Chatter – Jane Devoy (Brîtanya)
Takas (Barter) – Ziba Karamali Û Emad Arad (Îran)
And So I Begin – Margarethe Baillou (Amerîka)
Yasemin (Jasmine) – Muaz Guneş (Tirkiye)
Ji bo agahî û serîlêdan: www.engelsizfestival.com û filmfreeway.com/AccessibleFilmFestival
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com