“Five Nights at Freddy’s” ji nû ve li gîşeya Amerîkayê bi ser ket

Daneyên dawî yên gîşeya DYAyê hatin eşkerekirin ku fîlmê “Five Nights at Freddy’s” di navbera 3-5ê Mijdarê de ji nû ve li gîşeya Amerîkayê bi ser ket. Li gorî hefteya borî hejmara temaşevanên fîlmê kêmtir bû, di hefteya xwe ya duyemîn de li sînemayên Amerîkayê 19 milyon dolar bi dest xist û li Amerîkaya Bakurê bi tevahî gihîşt 114 milyon dolarî.

“Five Nights at Freddy’s” ji alîyê derhêner Emma Tammî ve ji lîstika vîdyoyê hatîye kêşandin û senaryoya fîlmê Scott Cawthon, Emma Tammî bi hev re nivîsandine. Fîlm, bi çêkerîya pargîdanîyên Universal û Blumhouseê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê, lîstikvanên wekî Josh Hutcherson, Elizabeth Lail, Matthew Lillard tê de lîstine. “Five Nights at Freddy’s” li gorî daneyên dawî yên Box Officeê ya DYAyê di yekem dawîya hefteya xwe de bi 78 milyon dolarî li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn û rekor şkandibû, li seranserê cîhanê jî heta niha 217 milyon dolar qezenc kiriye.

“Taylor Swift: The Eras Tour” di hefteya xwe ya nû de bi 14 milyon dolarî ji nû ve li gîşeya Amerîkayê bû duyemîn, fîlmê “Killers of the Flower Moon” bi 7 milyon dolarî bû sêyemîn. Fîlmê “Priscilla” bi 5.1 milyon dolarî di rêza çaremin de û “”Radical” jî bi 2.7 milyon dolarî di rêza pêncemîn de cihan xwe girtin.

Dîroka vîzyonê ya fîlmê “Dune: Part Two”yê ji ber karberdana SAG-AFTRAyê hat bi paş ve xistin. Fîlm dê di 15ê Adara 2024ê de bikeve vîzyonê.*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir