“Five Nights at Freddy’s” li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn

Fîlmê derhênerê Emma Tammî yê “Five Nights at Freddy’s” ji lîstika vîdyoyê hatîye kêşandin ku li gorî daneyên dawî yên Box Office ya DYAyê di yekem dawîya hefteya xwe de bi 78 milyon dolarî li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn û rekor şkand. Fîlm, li derveyî Amerîyê bi tevahî 52 milyon dolar bi dest xistiye.

Senaryoya “Five Nights at Freddys”ê Scott Cawthon, Emma Tammî bi hev re nivîsandine û lîstikvanên wekî Josh Hutcherson, Elizabeth Lail, Matthew Lillard di fîlmê de lîstine.

“Taylor Swift: The Eras Tour” di hefteya xwe ya sêyemîn de bi 15 milyon dolarî bû duyemîn, fîlmê “Killers of the Flower Moon” bi 9 milyon dolarî bû sêyemîn. Belgefîlmê “After Death” bi 5.1 milyon dolarî di rêza çaremin de û “Exorcist: Believer” jî bi 3.1 milyon dolarî di rêza pêncemîn de cihên xwe girtin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir