Fragmana belgefîlmê Bruce Leeyî hat weşandin
Fragmana belgefîlmê “Be Water” ku qala jiyana lîstikvan û werzişkarê lêkdanê yê navdar ê Çînî
Bruce Leeyî dike, di hefteya borî de hatibû weşandin. Hat ragihandin ku belgefîlm jî îro dê bê weşandin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Collider’ê de hatiye weşandin, belgefîlmê “Be Water” ku qala jiyana lîstikvan û werzişkarê navdar ê Çînî Bruce Leeyî dike, îro dê li ser kanala ESPNê bê weşandin.
Lîstikvanê navdar Bruce Lee di 32 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da bû û di gelek fîlman de lîstibû.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – ww.sinemayaserbixwe.com