Fragmana belgefîlmê “Siya Avê” hat weşandin.

Ji belgefîlmê bi navê “Siya Avê” ku qala yek ji gundên li ser bendava Ilısûyê “Ewtê” ku di binî avê dimîne dike û çîroka du jinên ku li vî gundî dijîn tîne zimên, fragman hat weşandin.

Belgefîlmê “Siya Avê” qala yek ji gundên li ser bendava Ilısûyê, gundê Ewtê yê girêdayî Navçeya Misirca Sêrtê ku di binî avê de dimîne, dike û çîroka du jinên ku li vî gundî dijîn tîne zimên. Ji belgefîlmê fragman hate weşandin ku çêkeriya “Siya Avê” Mezopotamya Ajansı dike û belgefîlm, ji aliyê Metîn Yoksû ve hate kişandin.

Bi bendava Ilısû re gelek gund û warên bajarên Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Êlihê, yek ji bajarên herî kevn û dîrokî yên Heskîf a Êlihê jî têde ji 199 cihên jiyangehê, herî kêm 35 cihên jiyangehê di binî avê de man. Dîroka bajarê Heskîf a Êlihê digihîje 12 hezar salan.

Ji bo Fragmana Belgefîlmê “Siya Avê”

Belgefîlmên “Dîroka Mirina Avê” (Derhêner: Alî Ergul) û “Aether” (Derhêner: Rûken Tekeş) jî bal kişandin li ser bendava Ilısûyê û Heskîfê û her du belgefîlm di bernameya gelek festîvalan de hatibûn nîşandan û xelat wergirtin. National Geographic jî li ser Heskîfê belgefîlmeke amadekiribû.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir