Fragmana fîlmê “The Irishman” hate weşandin
Yekem fragmana fîlmê “The Irishman” yê Derhêner Martin Scorseseyê hate weşandin, di fîlmê de lîstikvanên navdar ên cîhanê Robert De Niro û Al Pacino weke serlîstikvan cih digirin.
The Irishman, cara yekem di dîroka 27’ê meha Îlonê de di çarçoveya bernameya 57’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya New Yourkê de bêne nîşandayîn. Fîlmê “The Irishman”, dê payîzê li ser Netflixê bê weşandin û di 28’ê Mijdarê de jî dê bikeve vîzyonê.
Mijara fîlmê “The Irishman” qala jiyan û kuştina Serokê Sendîkaya Karkeran, Jimmy Hoffayê re dike û ji pirtûka ” I Heard You Paint Houses” yê Nivîskar Charles Brandtê ji bo sînemayê lê hatiye anîn.
Di fîlmê “The Irishman” de; Robert De Niro, Al Pacino, Joe Pesci, Harvey Keitel, Bobby Cannavale, Ray Romano, Jesse Plemons û Anna Paquin dilîzin. Çavkanî: www.filmlovers.com
Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com