Fragmana fîlmê “The King”ê hate weşandin
Fragmana fîlmê “The King”ê ku ji berhema nivîskarê mezin ê cîhanê William Shakespeare, ji bo sînemayê lê hatiye anîn hate weşandin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Karınca’yê de cih digire, yekem fragmana fîlmê “The King” hate weşandin.
Mijara fîlmê “The King”ê ji hin beşên berhemên bi navê “Henry V û IV” ku ji aliyê nivîskar û helbestvanê mezin ê cîhanê William Shakespeare ve hatiye nivîsandin, ji bo sînemayê hate kişandin. Derhênerê fîlmê “The King”ê David Michôd e û senaryoya wê ji aliyê Michôd û Edgerton ve hatiye nivîsandin.
Fîlmê “The King” ku qala jiyana Qralê Îngiltereyê Henry V’ê dike û atmosfer û bûyerên salên 1400’an nîşan dide. The King wê di Neftlix’ê bê weşandin û têde lîstikvanên wekî Sean Harris, Ben Mendelsohn, Robert Pattinson û Lily-Rose Depp dilîzin.
“The King” di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de hatibû nîşandayîn.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com