Fragmana sezona 4emîn a rêzefîlmê “The Handmaid’s Tale” hate weşandin
Nûçe-Nivîs: Nurullah Oral
Platformên dîjîtal, di van salên dawî de ji aliyê temaşevanên sînema û rêzefîlman gelek tên temaşekirin û her ku diçe hejmarên temaşevanên van platforman zêdetir dibin. Rêzefîlmê “The Handmaid’s Tale” li seranserê cîhanê yek ji rêzefîlmên herî zêde tê temaşekirin ên platformên dîjîtal e ku ji bo her beşên sezonên nû, temaşevanên rêzefîlmê bi meraq û kelecaneke mezin li bendê ne.
Ji ber sedema metirsiya vîrusa koronayê prodûksîyona rêzefîlmê “The Handmaid’s Tale”yê hatibû sekinandin û bi paş ve xistin. Hat ragihandin ku sezona 4emîn a rêzefîlmê dê di sala 2021an de bê li pêşberî temaşevanên xwe.
Li gorî nûçeya ku di malpera Filmloverssê de hatibû weşandin, ji sezona 4’emîn a rêzefîmê “The Handmaid’s Tale” fragmaneke nû hat parvekirin û beşa yekem a rêzefîlmê dê di sala 2021an de derbikeve li pêşberî temaşevanên xwe.
Rêzefîlmê “The Handmaid’s Tale”, ji romana pevxistina-zanistî/dîstopîk a nivîskar, helbestvan û rexnegira navdar a Kenedayê Margaret Eleanor Atwoodê ku di sala 1985’an de hatibû weşandin, ji bo platformên dîjîtal ên Hulu tv û Blutv dîsa di sala 2017’an de bi heman navî hatiye çêkirin. Serlîstikvana rêzefîlmê jineke bi navê ‘June’ e û çîroka wê li welatekî dîstopîk a “Gilead”ê diqewime. Rêzefîlm, ji gelek mijarên dîstopîk hatine hûnandin û bi taybet di derbarê tunebûyina mafê jinan da babetên ku mirov di bandorê xwe da dihêle diqewimin.
Sezona yekemîn de rêzefîlmê The Handmaid’s Tale bandoreke pir xurt li ser temaşevanên xwe hîştibû û li hemû cîhanê bi gelek zimanan hat weşandin. Lê belê piştî sezona yekem li gor şîroveyên temaşevanan rêzefîlmê heman tehmê nedaye. Her çi qas sezonên din wekî a yekem balê nekşîne jî, ji ber rêzefîlm li ser mafên jinan disekine, eleqeyekî baş dibîne.
Wekî hûn jî dizanin ji ber şewba vîrusa koronayê li seranserê cîhanê gelek produksîyon hatibû sekinandin. The Handmaid’s Tale jî nesîba xwe ji vê rewşê girt. Rêzefîlm ji sala 2017an heta niha her sal bi sezoneke nû derdiket li hemberî temaşevanan. Sezona îsalîn ji ber metirsiya koronayê nehat weşandin lê bi awayê fragmana danasîna sezona 4emin hate kirin û temaşevanên rêzefîlmê bimeraq û kelecaneke mezin li bendê ne.
Beşên nû yên sezona 4’emîn a rêzefîlmê piştî salekê ango dê di sala 2021’an de li ser platforma fîlm û rêzefîlman a Hulu’yê bê pêşberî temaşevanên xwe û ji rêzefîlmê fragmana yekem jî berî demekê hatibû weşandin û kitekitên rêzefîlmê hêj eşkere nekirine.
Ji vir şûnde di derbarê naveroka The Handmaid’s Tale da spoiler hene.
Di sezona 3emin de me tekoşîna June a li hember rejîma Gileadê temaşe kiribû. June ji bo tola xwe hilîne bi plan û bi hestên tolhildêr tevgire. Jî ber neheqiya rejîmê June ji bo kerba xwe ya herî zêde li hember wan nişan dide. Û ji bo plana xwe bi encam bike gelek zilm û zordariyan dibîne.
Di sezona 4emîn a The Handmaid’s Tale’yê da June li hember rejîma zordest a Gileadê hilperîna xwe didomîne. Her çi qas Juneê gelek jina ji ber zordestiyê filitandibe Keneda’yê jî dîsa têkoşina wê xilas nabe. Divê gelek tiştên ku bêne guherandin serwext bike.
Kadroya The Handmaid’s Tale yê ji Elisabeth Moss, Joseph Fiennes, Yvonne Strahovski, Samira Wiley, Alexis Bledel, Ann Dowd û Max Minghella pêk tê. Derhêneriya rêzefîlmê Mike Barker û Reed Moranoyî dikin û senaryoya wê jî Margaret Atwood û Bruce Miller bi hev re dinivîsin.
Hûn dikarin yekem fragmana sezona 4emîn a The Handmaid’s Tale’yê ji vir temaşe bikin.
Romana pevxistina zanistî/dîstopîk a bi navê “The Hamdmaid’s Tale” ya nivîskar û wêjekara navdar Margaret Atwoodê, heta niha li seranserê cîhanê bi gelek zimanan hatiye wergerandin û di sala 1990an de ji aliyê derhênerê Elmanyayê Volker Schlöndorff ve bi heman navî ji bo sînemayê hatibû kişandin.
Rêzefîlmê “The Hamdmaid’s Tale” li Xelatên Gilovera Zêrîn û Emmyê xelat girtin û li cîhanê yek ji rêzefîlmên herî zêde tê temaşekirin e.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com