Fragmana “Star Wars: The Rise of Skywalker” hate weşandin
Ji fîlmê “Star Wars: The Rise of Skywalker’ê yekem fragman hate weşandin û têde lîstikvanên wekî; Lupita Nyong’o, Mark Hamill, Oscar Isaac, Keri Russell, Adam Driver, Daisy Ridley, John Boyega, Domhnall Gleeson, Kelly Marie Tran, Joonas Suotamo, Billie Lourd û Luke Skywalker cih digirin.
Fîlmê sêyem ê rêza Star Warsê “Star Wars: The Rise of Skywalker” ku ji aliyê J.J. Abrams ve hatiye kişandin û senaryoya wê J.J. Abrams , Derek Connolly, Chris Terrio bi hev re nivîsîne, wê di dîroka 20’ê meha Berfanbarê de bikeve vîzyonê. Yekem fîlmê rêza Star Warsê Star Wars: The Force Awakens di sala 2015’ê de û fîlmê duyem ê rêza Star Warsê “Star Wars: The Last Jedi” jî di sala 2017’ê de ketibûn vîzyonê.
Çavkanî: Filmloverss.com
Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com