Fragmana yekem a fîlmê “Respect” hat weşandin
Ji fîlmê “Respect” ku qala jiyana stêrka muzîka soulê Aretha Fraklin re dike, fragman yekem hate weşandin. Franklin 18 caran Xelatên Grammyê wergirtin û hunermenda navdar di sala 2018’ê de jiyana xwe ji dest da.
Jiyana hunermenda navdar a Amerîkayê Aretha Fraklin bi navê “Respect” bû fîlm û ji fîlmê fragmana yekem hate weşandin. “Respect” qala jiyana stêrka muzîka soulê Aretha Franklin re dike û ji zarokatiyê heta dema navdarbûna wê nîşan dide.
Fîlmê “Respect” ji aliyê Liesl Tommy re hatiye kişandin û di rola Aretha Franklin de, lîstikvan û stranbêj Jennifer Hudson dilîze. Di fîlmê de lîstikvanên; Forest Whitaker, Marlon Wayans, Audra McDonald, Marc Maron, Mary J. Blige û Tituss Burgess cih digirin
Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com