“Furiosa” wê di sala 2024ê bikeve vîzyonê

Furiosa“, fîlmê nû yê rêzeya “Mad Max”ê ye û bi derhênerîya George Miller re hate kêşandin. Tê texmînkirin ku fîlm dê di 24ê Gulana 2024ê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê din ê Mad Maxê yê bi navê “Mad Max: The Wasteland” jî hê di pêvajoya produksiyonê de ye.

Fîlmê derhênerê hoste George Millerî yê “Furiosa” weke berdewama rêzeya ‘Mad Max’ê hate kêşandin ku tê de lîstikvanên sînemayê yên Anya Taylor-Joy, Chris Hemsworth û Angus Sampson weke serlîstikvan cî digirin. Senaryoya fîlmê Nick Lathouris û George Miller bi hev re nivîsandine. Mijara “Furiosa“yê diçe berîya fîlmê “Mad Max: Fury Road”ê (2015). Dîroka vîzyonê ya “Furiosa” di sala 2021ê de hatibû bi paş ve xistin û heta niha bi tenê afîşa danasînê ya fîlmê hate parvekirin.

Fîlmê yekem ê rêzeya Mad Maxê di sala 1979ê de ket vîzyonê, piştî du salan fîlmê “Mad Max 2” derket li pêşberî sînemahezan. Di sala 1985ê de jî fîlmê sêyemîn ê rêzeyê bi navê “Mad Max Beyond Thunderdome” hate weşandin. Derhênerê navdar George Miller herî dawî bi fîlmê xwe yê “Three Thousand Years of Longing” (2022) re derket li pêşberî temaşevanan.

Çavkanî: Gamerant, indyturk.com

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d