Galaya belgefîlma “Sakli Haç”ê wê 4ê Tebaxê de li Stenbolê bê lidarxistin

Belgefîlma “Saklı Haç” behsa Ermenan dike ku bi zorê bûne Misilman. Piştî galaya li Amedê, belgefilm wê li Stenbolê bê nîşandan.

Belgefîlma “Sakli Haçê” piştî Amedê vê carê dê li Stenbolê bê nîşandan. Galaya Stenbolê wê 4ê Tebaxê seet 19:00an li Eywana Cezayîrê bê lidarxistin.

Belgefîlm, qala çîrokên wan Ermenîyan dike ku ji sala 1915an heta niha li navçeya Egîlê dijîn.

Piştî nîşandana belgefîlmê wê bi beşdarîya derhêneran hevpeyvîn jî bê lidarxistin.

Belgefîlma “Sakli Haç”ê (Xaça Veşartî)  cara yekem li Navenda Çand û Hûnerê a Amedê hatibû nîşandan.

Derbarê Belgefîlmî de:

Rojnameger Altan Sancar û Serhat Temelî derhêneriya “Sakli Haç”ê kirine. Belgefîlm, di derbarê Ermeniyan de ye ku bi hezarên wan bûne Misilman. Yek ji van mînakan jî li navçeya Egilê bûye.

Di belgefîlmê de behsa bandora qirkirinê ya li ser nevî û zarokên Ermeniyan tê kirin. Belgefîlm, bûyerên 1915an û piştê wî, qirkirin û sirgûnên li derdora Egîlê çêbûne nîşan dide ku ji 2 beşa pêk hatiye. Di beşa yekem de qala sala 1915an, beşa duyem da jî qala tengasiya nasnameyê, travma û lêgerînê hatiye kirin.

Derhêneriya Dîmenê ya belgefîlmê rojnameger Şiyar Dîcle kiriye û kameraman jî Sertaç Kayar e. Hunermend Sasa Serapê jî muzîkên wê amade kiriye. (EMK/DD/FD)

*Dilek Durgunê ev nûçe wergerandiye

Çavkanî: Bianet Kurdî / Dîrok: 31 Tîrmeh 2019

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir