Gelek fîlmên xelatgirt ji bo Xelatên Fîlman ên Ewropayê weke berendam hatin nîşandan
Xelatên Fîlman ên Ewropayê îsal cara 36emîn derdikeve li pêşberî sînemahezan û endamên jûrîyê ji nava 19 fîlmên ku ji alîyê akademîyê ve hatine pêşniyarkirin, dê fîlmên pêşbirkê yê bernameyê hilbijêrin ku di navbera van fîlman de gelek fîlmên xelatgir ên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Cannes, Berlîn ve Sundanceyê jî hene.
Di lîsteya fîlman a pêşniyar de; “Anatomy of a Fall” (Justine Triet) ku ji Festîvala Fîlman a Cannesê xelata Palmîyeya Zêrîn girtibû, “Fallen Leaves” (Aki Kaurismäki), “Kidnapped” (Marco Bellocchio), “Firebrand” (Karim Aïnouz), “La Chimera” (Alice Rohrwacher) û “Old Oak” (Ken Loach) jî cî digirin.
Pêvajoya hilbijartinê ya fîlman bi dengên 4.600 endamên akademîyê têne diyarkirin, piştî hilbijartina fîlman; berendamên beşên wekî derhêner, fîlm, lîstikvanî û senaryo dê di 7ê Mijdarê de bêne eşkerekirin. Fîlmên xelatgir jî wê di 9ê meha Berfanbarê de li Berlînê bi merasimek bêne dayîn. Her wiha ji nava fîlmên hatine hilbijartin; beşên din ên sînematografî, pevxistin, sêwirana produksiyonê, sêwirana kostûman, makyaj û por, muzîka resen, deng û efektên dîtbarî jî wê diyar bibin.
Xelatên Fîlman ên Ewropayê ji sala 1988ê û bi vir de her sal ji alîyê Akademîya Fîlman a Ewropayê ve tê lidarxistin. Sala par, fîlmê Ruben Östlundî yê “Triangle of Sadness” xelata ‘Fîlmê Herî Serketî’, Vicky Krieps bi fîlmê “Corsage” re xelata ‘Lîstikvana Herî Serketî’ û Zlatko Buric bi fîlmê ” Triangle of Sadness” re xelata ‘Lîstikvanê Herî Serketî’ girtibûn.
Çavkanî: Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com