Gelo Zarê yekem fîlma Kurdî ye? – Mistefa Dogan nivîsî.
Sinemaya cîhanê, hê jî li ser fikreke mutleq a têgeha “Sînemaya Netewî” li hev nekiriye. Ev mesele, hîn jî di nav otorîteyên sînemaya cîhanê de tê minaqeşekirin. Li ser vê fikrên ji hev cihê hene. Bo nimûne James Clark, di xebata xwe ya “Pêlên Netewî yên Sînemayê” de li ser “Pêla Nû ya Fransayê” wiha dibêje: “Pêla nû ya Frensiyan, li dijî Sînemaya Studyoyî ya Emerîkanî serhildanek bû, loma jî ev pêl, ji bo Frensiyan bû nasnameyek.” 1
Gelo kengî fîlmek dibe aydê miletekê?
Li cîhanê her çiqas hin bingeh hatibin danîbin jî ev mesele hêj ne zelal e.
Mîsal; Enstituya Fîlman a Brîtanyayê, di vê mijarê de pênaseyek daniye. Li gorî Enstituyê, fîlma ku ji %85ê wê li Brîtanyayê hatibe kişandin, fîlma Brîtanî ye.
Navenda Netewî ya Sînemayê ya Fransayê, ji bo diyarkirina nasnameya fîlman hin rêzik û qayde danîne. Di nav van rêzikan de, nasnameya fermî ya derhêner û çeker, şîrketên produksiyonê, nasname û hejmara karmendên fîlmê û zimanê fîlmê hene.
Li hêla din em dizanin ku nexasim piştî şerê cîhanê yê yekem, sînema bûye amraza avakirina netewbûnê. Bo nimûne; Di dewra Musollini de Îtalya, piştî şoreşa Oktoberê Yekîtiya Sovyetan.
*****
Wekî derengmayiyên vê qadê; Kurd jî ji vê minaqeşê ne bêpar in. Bo nimûne; nîqaşa li ser “netewe”ya sînemaya Yilmaz Güney, di nav Kurdan de gelek berbelav e. Li ser pênaseya sînemaya Kurdî, ev analîza Yılmaz Özdil belkî karibe perspektîfekê bide ber me. Özdil dibêje “Sînemaya Kurdî, dixwaze ji bo nasnameya Kurdî welatekî peyde bike.”2
1 James Clark, Sinema Akımları, Weş. Kalkedon
2 Kürt Sineması; Yurtsuzluk, Sınır Ve Ölüm, M.Müjde Arslan, Agora Kitaplığı
Meseleya dîroka destpêka Sînemaya Kurdî jî yek ji wan nîqaşan e ku Kurd, bi salan e li ser vê didin û distînin û hê jî wan di vê mewzûyê de li hev nekiriye. Yên ku fîlma “Zarê”(1926) yekem fîlma Kurdî qebûl dikin, destpêka tarîxa sînemaya Kurdî dispêrin wê. Li aliyê din îtirazên li ser vê yekê jî hene.
Di vê nivîsê de, pariyek jî ji bo geşkirina vê nîqaşê ez ê fikrên rexnegirên Kurd ên li ser fîlma “Zarê” bicivînim.
Fîlma “Zarê”, bi destê Derhênerê navdar ê Ermen Hamo Beknazaryan hatiye kişandin. Fîlm xwe dispêre çîroka nivîskar Hakop Gazaryan. Fîlm li gundên Kurdan ên ermenistanê hatiye kişandin û hemû karakterên wê Kurd in. Di vir de hêja ye em bêjin ku film bê diyalog an jî gotin e.
Sebahattin Şen, gotara xwe ya bi nave “Fîlma Mişterek a Gelên Qedîm- Zarê”2, dispêre qebûla “Zarê yekem fîlma Kurdî” ye. Şen piranî li ser hevpariya gelan a derbarê avakirina fîlmê de disekne û ji bo film dibêje “yekem film e ku tê de qala Kurdan tê kirin.” 3
Rêvebirê Festîvala Londonê ya Kurd Ferhan Stêrk li ser vê meselê fikrên xwe wiha tine zimên: “Helbet kesekî ne Kurd jî dikare sînemaya Kurdî bike lê çi dibe bila bibe, ji bo fîlmek bi Kurdî bê hesibandin, lazim e rituelên çandî û zimanî yên vî gelî baş nîşan bide. 4
Rohat Alakom jî li ser vê babetê dibêje ‘‘Yekemîn fîlma Kurdî ya ku Kurd, bi taybet jinên Kurdan û jiyana wan aniye ser ekranan fîlma Zarê ye ku di sala 1926an de hatiye kêşan.’’ 5
3. http://zanenstitu.org/uploads/dosyalar/Kitaplar/Toplum%20ve%20Kuram/5.%20SayA%CC%88%C2%B1/209_PDFsam_toplumvekuram5.pdf
4. Soner Sert, Devletsiz Bir Ulusun Sineması, Weş. Dipnot
5. Kürt Sineması; Yurtsuzluk, Sınır Ve Ölüm, M.Müjde Arslan, Agora Kitaplığı
Ekrem Yıldız, di reddiye xwe ya li ser nivîsa Ferat Kevir ku “Zarê” wek destpêka sînemaya Kurdî qebûl dike de, îtirazên xwe wiha rêz dike: “Gelo Kurd çima dixwazin fîlma Zerê wekî ‘yekemîn fîlma Kurdî’ bi nav bikin? Belkî gelek bersivên vê pirsê hebin, bes dîsa jî em dikarin bibêjin ku, wekî hemî şêwazên dîroknûsiya nasyonalîst, daxwaza destnîşankirina fîlma Zerê, yan jî filmeke din a biyanî wekî destpêka dîroka sînemaya Kurdî, eger nezanî nebe, kiryareke siyasî ye. Zîra ‘‘Kurdkirina’’ fîlmekê, bi rêya çend nivîsên rojnameyan pêk nayê.” 6
Nivîskar û lêkolîner Chris Kutscherayê ku li ser sînemaya Kurdan gelek xebatên wî hene, li ser pênasekirina fîlmên Kurdî, di roportajeke xwe de dibêje “Ji bo fîlmek bi Kurdî bê hesibandin, lazim e derhênerê wî Kurd be.”
6. http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/cinema/392417
Nivîs: Mistefa Dogan
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com