“Glass Onion: A Knives Out Mystery” wê di 23yê Berfanbarê de derbikeve li pêşberî temaşevanan
Fîlmê derhêner Rian Johnson yê “Glass Onion: A Knives Out Mystery” wê di dîroka 23yê Berfanbarê de li ser platforma Netflixê derbikeve li pêşberî temaşevanan.
Fîlm, weke dewama “Knives Out”ê (2019) hatiye kişandin û qala çîroka dedektîvekî bi navê Benoit Blancî dike ku diçe li Yewnanistanê.
Senaryoya fîlmê “Glass Onion: A Knives Out Mystery” Rian Johnson bi xwe nivîsîye ku tê de lîstikvanên wekî; Daniel Craig, Edward Norton, Janelle Monáe, Kathryn Hahn, Leslie Odom Jr., Jessica Henwick, Madelyn Cline, Kate Hudson û Dave Bautista jî dilîzin.
Fîlm, bi çêkerîya Rian Johnson û Ram Bergman ve hatiye kişandin û Tom Kornowskî di fîlmê de weke çêkerê rêveber cih girtiye. Hate ragihandin ku wê di dîroka 23yê Berfanbarê de li ser platforma Netflixê bê weşandin.
Çavkanî: Deadline