“Gospod Postoi, İmeto i’ e Petrunija” û fîlmên din
Di hefteya nû ya meha Mijdarê de li salonên sînemayan 5 fîlm ketin vîzyonê. Di nav fîlmên vê hefteyê de belgefîlmek û anîmasyonek jî hene. Di hefteya duyemîn a mehê de fîlmê “Gospod Postoi, İmeto i’ e Petrunija” û belgefîlmê “Pavarotti” derdikevin pêş.
Fîlmê “Gospod Postoi, İmeto i’ e Petrunija” li bajarokeke girêdayî Meqedonyaya Bakurê diqewime û qala çîroka jineke bi navê “Petrunya” dike û li ser bûyereke kevneperestî û serweriya mêran (baviksalarî) nîşan dide. Derhêner Teona Strugar Mitevska bi fîlmê xwe yê “Gospod Postoi, İmeto i’ e Petrunija” re li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê Xelata Juriya Ekumenîk wergirt.
Yek ji hunermendên herî serketî yên operayê û dîroka muzîka klasîk Pavarotti, mohra xwe li hunera muzîkê daye. Belgefîlmê “Pavarotti” yê Ron Howard’ê qala jiyan û hunera hunermendê navdar ê Îtalyayê Pavarotti dike. Derhênerê fîlmê Ron Howard, xelata Oscarê wergirtibû û bi belgefîlmê xwe yê “The Beatles: Eight Days a Week” (The Touring Years, 2016) ve tê naskirin.
Fîlmên vê hefteyê:
“Gospod Postoi, İmeto i’ e Petrunija” / Derhêner: Teona Strûgar Mîtevska û Senaryo: Teona Strûgar Mîtevska, Elma Tataragîc
“Pavarotti” / Derhêner: Ron Howard û Senaryo: Mark Monroe
“Yarali Kekîik” / Derhêner û Senaryo: Taner Tûnç û Senaryo: Hakan C. Yazici
“Hapşuu” / Derhêner: Kenan Ozturk û Senaryo: Arzû Yûrtseven
“Recep Îvedîk 6” / Derhêner: Togan Gokbakar û Senaryo: Şahan Gokbakar, Togan Gokbakar
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com