Govenda Alî û Dayika Zîn li Îzmîrê derdikeve li pêşberî sînemahezan
2yemîn Festîvala Fîlm û Muzîkan a Navneteweyî ya Îzmîrê di 10ê Pûşberê de destpê dike û dê heta 19ê mehê bi nîşadayîna fîlman û konseran bidome. Li festîvalê, di 12ê Pûşberê de fîlmê bi Kurdî “Govenda Alî û Dayka Zîn” û di 14ê mehê de fîlmê “Sen Ben Lenîn” bêne nîşandayîn ku di bernameyê de bi tevahî 100 fîlm li benda temaşevanên sînemayê ne.
Festîvala Fîlm û Muzîkan a Navneteweyî ya Îzmîrê îsal cara duyem di navbera dîrokên 10-19ê Pûşberê de li dar dikeve. Bernameya festîvalê, ji aliyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve, bi piştgirîya Wezareta Çand û Turîzmê û bi hevkarîya Komeleya Hunerê ya Kulturlerarasi ve, dê li gelek cihên wekî; Navenda Hunerê ya Ahmet Adnan Saygûnê, Ege Park-Cinema Pinkê, Navenda Çanda Fransizê, Îzmîr Sanatê, Karaca Sinemayê, Sînemaya Konakê, Navenda Çanda Nazim Hîkmetê, Sînemaya Servekirî ya Kadîfekale Gemîsî, Kulturparkê (Servekirî) bê lidarxistin.
Derhênerê festîvalê Vecdî Sayar ragihandin ku gelek sazîyên wekî; Serekkonsulîya Awistiryayê, Goethe Institut, Institut Français, Balyozxaneya Îtalyayê û Konsulxaneya Îtalyayê ya Îzmîrê, Balyozxaneya Spanyayê, Enstîtuya Cervantesê, Weqfa Melina Mercourî ya Yewnanistanê, İZELMAN Û İZFAŞ jî piştgirî didin festîvalê.
Li Festîvala Fîlm û Muzîkan a Îzmîrê îsal wê bi giştî 100 fîlm derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê ku di Beşa Pêşbirka Neteweyî de 10 fîlm dikevin pêşbaziyê. Serokê juriyê yê pêşbirkê derhênerê navdar Erden Kiral e û Bîket Îlhan, Ebrû Şeremetlî, Guldîyar Tanridaglî, Îzzet Oz, Selen Ûçer û Selva Erdener jî wekî endamên juriyê hatine eşkerekirin. Li festîvalê dê ji bo Fîlmên Baştirîn, Xelata Taybet a Juriyê, Lîstikvana Baştirîn, Lîstikvanê Baştirîn, Muzîka Herî Resen, Strana Herî Serketî, Sêwirana Dengê Ya Herî Serketî; Xelatên “Flamîngoya Kristal” bêne dayîn.
Fîlmên Beşa Pêşbirka Neteweyî:
9.75 (Uluç Bayraktar), Benî Sevenler Lîstesî (Emre Erdogdu), Ela île Hîlmî ve Alî (Zîya Demîrel), Govenda Alî û Dayka Zîn/Zin ve Alî’nin Hîkayesî (Mehmet Alî Konar), Golgeler Îçînde (Erdem Tepegoz), Kerr (Tayfun Pîrselîmoglu), Kumbara (Ferît Karol), Sardunya (Çagil Bocut), Sen Ben Lenîn (Tufan Taştan), Zuhal (Nazli Elîf Durlu).
Li bernameya festîvalê; nîşandayîna fîlman, konserên gelek muzîkên fîlman, muzîkal, muzîkên rêzefîlmên televîzyonan, gelek çalakîyên hunerê yên balkêş û kargeheke li ser pêşvebirina kurtefîlman a bi têmaya muzîkê jî cih digirin. Xelatên Rûmetê yên festîvalê jî îsal didin her du bestekarên muzîkên fîlman ên Zybigniew Preisner û Zulfu Lîvanelîyî.
Di beşa “Rêzgirtina Ji Hosteyan Re” de fîlmên Alexandre Desplat û Carlos Saurayî, di beşa “Ji Bo Bîranên Wan” de jî fîlmên ku ji aliyê Metîn Bukey, Mikis Theodorakis û Nino Rota ve hatine kişandin bêne nîşandayîn. Ji bo Xelatên Kedê jî navên nivîskarê sînema û muzîkan Atîlla Dorsayî û sêwirînerê muzîk û dengan, arşîvger Necîp Sariciyî hatin eşkerekirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com