“Govenda Alî û Dayka Zîn” li Îtalyayê bi ser ket
Fîlmê derhênerê kurd Mehmet Alî Konar ê “Govenda Alî û Dayka Zîn” ji 19emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Salentoyê ‘Xelata Fîlmê Baştirîn’ girt.
Festîvala Fîlman a Salentoyê li Îtalyayê tê lidarxistin û îsal di navbera dîrokên 6-11ê Îlonê de li dar ket.
Fîlmê dirêj ê bi Zazakî “Govenda Alî û Dayka Zîn”, fîlmê duyemîn e ku ji aliyê derhêner Mehmet Alî Konar ve hatiye kişandin. Mijara fîlmê “Govenda Alî û Zîn” li gundekî Kurdan diqewime û qala çîroka Dayka Zînê dike. Di fîlmê de lîstikvanên Sûat Ûsta, Maryam Boubanî, Korkmaz Arslan, Fatoş Yildiz, Dîman Zandî dilîzin.
Fîlmê “Govenda Alî û Dayka Zîn” cara yekem li Festîvala Fîlman a Stenbolê hate nîşandayîn û li bernameya gelek festîvalên fîlman cih girt. Fîlm, li 28emîn Festîvala Fîlman Gûzika Zêrîn a Edeneyê Xelata Yilmaz Guneyê girtibû.
Derhêner Mehmet Alî Konar di sala 2016ê de bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj ê bi navê “Hewno Bêreng” re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji gelek festîvalên fîlman xelat girtin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com