“Govenda Alî û Zîn” ji Îtalyayê ‘Xelata Fîlmê Serbixwe ya Herî Serketî ya Ewropayê’ girt

11emîn Festîvala Fîlman a Cataniayê di navbera dîrokên 21-27ê Mijdarê de li herêma Sîcîlyayê ya Îtalyayê hate li darxistin. Fîlmê derhênerê kurd Mehmet Alî Konarî yê “Govenda Alî û Zîn” ji festîvalê Xelata ‘Fîlmê Serbixwe ya Herî Serketî ya Ewropayê’ girt.

Fîlmê dirêj ê bi Zazakî “Govenda Alî û Dayka Zîn”, fîlmê duyemîn e ku ji aliyê derhêner Mehmet Alî Konar ve hate kêşandin. Mijara fîlmê “Govenda Alî û Zîn” li gundekî Kurdan diqewime û qala çîroka Dayka Zînê dike. Lîstikvanên wekî Sûat Ûsta, Maryam Boubanî, Korkmaz Arslan, Fatoş Yildiz, Dîman Zandî di fîlmê de lîstine.

Fîlmê “Govenda Alî û Dayka Zîn” li 28emîn Festîvala Fîlman Gûzika Zêrîn a Edeneyê ‘Xelata Yilmaz Guneyê’, li 8emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê Xelatên ‘Fîlmê Herî Serketî ya FIBRECIyê’ (Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî) û ‘Lîstikvana Herî Serketî’, li 19emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Salentoyê ‘Xelata Fîlmê Baştirîn’ girtin. “Govenda Alî û Dayka Zîn” cara yekem li Festîvala Fîlman a Stenbolê hate nîşandayîn û 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê û 2yemîn Festîvala Fîlm û Muzîkan a Navneteweyî ya Îzmîrê jî têde ne li bernameya gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn.

Derhêner Mehmet Alî Konar di sala 2016ê de bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj ê bi navê “Hewno Bêreng” re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji gelek festîvalên fîlman xelat girtin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir