“Gran Turismo” û “Barbie” li gîşeya Amerîkayê bi ser ketin
Fîlmê “Barbie” çar hefteyan li sînemayên Amerîkayê bi ser ket û hefteya borî jî fîlmê “Blue Beetle” li vîzyonê bûbû yekemîn. Li gorî daneyên nû yên Box Officeê (USA), fîlmê “Gran Turismo” li gîşeya DYAyê bûye yekemîn ku ferqeke biçûk di navbera fîlmê “Barbie” û “Gran Turismo”yê de heye.
“Gran Turismo” ji alîyê Neill Blomkamp ve ji lîstika sîmulasyona pêşbirkê ya Sonyê ji bo perdeya sînemayê hatiye kişandin û senaryoya wê Erich Hoeber, Jon Hoeber, Will Dunn, Jason Hall bi hev re nivîsandine. Fîlm, di hefteya dawî ya Gelawêjê de li vîzyonê 17.3 milyon dolar qezenc kir. Hate eşkerekirin ku fîlmê “Barbie” li sînemayên Amerîkaya Bakurê nêzîkî 600 milyon dolarî bûye û li seranserê cîhanê heta niha bi tevahî 1 mîlyar û 340 milyon dolar bi dest xistiye ku di heman demê de di dîroka Warner Brosê de bû fîlmê herî zêde qezenc dike.
Fîlmê “Blue Beetle” vê hefteyê li gîşeya Amerîkayê 13 milyon dolar bi dest xist û bû sêyemîn. “Oppenheimer” bi 9 dolarî bû çaremîn û “Teenage Mutant Ninja Turtles: Mutant Mayhem” jî bi 6.1 milyon dolarî di rêza pêncemîn de cihê xwe girt. “Oppenheimer” li gîşeya Amerîkayê bi tevahî 300 milyon dolar bi dest xist, ji bilî rêzeya “Batman”ê, li vîzyonê bû fîlmê derhênerê navdar Christopher Nolanî yê herî zêde hatiye temaşekirin. Fîlm, li seranserê cîhanê gihîşt 777 milyon dolarî.
Çavkanî: Beyaz Perde
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com